20:28 24 Gulan 2018
    DAIŞ

    DAIŞiyên li Enqereyê dibistan vekiribûn hatin girtin

    © REUTERS / Ali Hashisho
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji 20 DAIŞiyên ku li Enqereyê polîsan operasyon bire ser wan 16 kes hatin girtin.

    Enqere — 20 kesên ku di encama operasyona polîsên Midûriyeta Beşa Têkoşîna Terorê yên Midûriyeta Emniyeta Enqereyê de bi hinceta endamtiya DAIŞê hatibûn girtin piştî lêpirsîna li emniyetê birin edliyeyê.

    Gumanbaran li vir îfade dan dozgerê komarê û dozger ji 16 kesan daxwaza girtinê kir, 4 kes jî serbest hatin berdan. Li du dozger 16 kes derketin pêşberî dadwer û ji hêla dadwer ve derbarê wan de biryara girtinê hate standi.

    LI 6 NAVÇEYAN OPERASYON HATIBÛ ÇÊKIRIN

    Ekîbên bi ser Midûriyeta Emniyeta Enqereyê ve girêdayî 26 Tebaxê de li navçeyên Çubuk, Altindag, Keçioren, Etimesgut, Sincan û Yenimahalle yên Enqereyê girtibûn ser hin navnîşanan û 20 kes girtibûn.

    Di dema vê operasyonê de li Kolana Ulucanlar ê li pirtûkxaneyeke 5 tebeqî hatibû dîtin ku ji bo her tebeqeyekê ciyê destmêjgirtinê û mizgeft hatiye çêkirin. Herwiha di tebeqeya 5an de jî ciyê razanê hatibû dîtin.

    DERKETIBÛ HOLÊ KU BI ÎLANAN LI XWENDEKARAN DIGERIYAN

    Di nava avahiyê de 22 jê keç 26 zarok hatibûn dîtin û zarok ji bo radestkirina malbatan biribûn Midûriyeta Beşa Zarokan û derketibû holê ku ji bo vî ciyî li ser medyaya civakî îlan hatine dayin. Bi vî awayî li xwendekaran digerin û piştî perwerdeya li gorî rêxistinê tê dayin karne didin zaroken. Herwiha di dema operasyonê de gelek dokumanên rêxistinî hatibûn bidestxistin.

    Bi heman mijarî:

    Efkan Ala: Li Tirkiyê ‘Dibistanên DAIŞê' nînin
    DAIŞ gundê ser sînorê Tirkiye teslîmî cîhadîstan kir
    Dîplomatê amerîkî: ‘Tirkiye naxwaze DAIŞ têk biçe‘
    Çandar: 'Bi xêra Tirkiyayê DAIŞ aboriya xwe dimeşîne'
    Çapemeniya cîhanê: 'DAIŞ li Tirkiyayê dixe û Tirkiya li kurdan'
    Etîketan:
    perwerde, dibistan, zarok, DAIŞ, Midûriyeta Emniyeta Enqereyê, Midûriyeta Beşa Têkoşîna Terorê, Yenimahalle, Keçioren, Altindag, Çubuk, Etimesgut, Sincan, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de