10:19 20 Çile 2018
Zindî
    Selahatîn Demîrtaş

    Demîrtaş : Ji Îmraliyê agahî neyê girtin dê metirsî mezintir bibe

    © Foto: AA/ Mesut VAROL
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, li Milazgira navçeya Mûşê, derbarê greva birçîbûnê ya îro li Amedê hat destpêkirin de jî axivî û diyar kir ku heke ji Îmraliyê agahî neyê girtin dê xetere mezintir bibe.

    Mûş —  Li navçeya Melazgir a Mûşê bi pêşengiya HDP û DBPa Mûşê de bi dirûşmeya ‘Li dijî şer, aştî' mitîngek hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê KCDê Hatîp Dîcle û gelek rêveberên HDP û KCDê yên Milazgirê jî beşdarî mitîngê bûn.

    ‘VÎNA GEL DÊ ÇARENÛSA TIRKIYEYÊ BIGUHERÎNE'

    Demîrtaş amaje kir ku vîna gel dê çarenûsa Tirkiyeyê bigiherîne lewra biryara dawî herdem gel dide û wiha pê de çû: ‘Ger hûn biryara aştiyê bidin dê aştî pêk bê. Kesên ku wê çarenûsa vî welatî biguherîne hûn in.‘
    Demîrtaş diyar kir ku pêdiviya gel û HDPê bi awayekî lezgîn bi aştiyê heye lewma jî niha bi lez doza aştiyê dikin.

    Demîrtaş diyar behsa şerê Melezgirtê kir û wiha got: ‘Di sala 1071an de tirk û kurdan li Melezgirê hevkariyeke mezin kirin. Kurdan deriyê anatoliayê ji tirkan re vekir ku wê demê ev der Kurdistan bû. Tirk bila li diroka xwe binêrin û ji xwe re dersê bigrin. Lê îro mixabin zimane dayikê qedexeye. Em ji vê yekê şerm dikin.'

    ‘PIRSGIRÊKÊN KU HEYÎ TENÊ WÊ BI DIYALOGAN ÇARESER BIBE'

    Demîrtaş ragihand ku şer ne çare ye beravajî neçariye. Çareseriya pirgirêkên heyî diyalog e. Demîrtaş got her can zarokên vî welatî ne, bo rawestandina şer û xwînê HDP amadeye ku her tiştî bike. Lewra siyaset ne bo berjewendiyan bo aştiyê ye.

    ‘GUNEHÊ MIRINAN DI STÛYÊ SEROKWEZÎR DE YE'

    Demîrtaş li ser gotinên Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim yên wek ‘Çareserî mareserî nema birê min' wiha axivî: ‘ Ev çi cure axaftine? Rojê bi dehan cenaze li seranserê Tirkiyeyê belav dibin. Çareserî gelekî hêsan e lê tu (Bînalî Yildirim) dibêje çareserî tune ye. Gunehê hemû mirin û êşan di stuyê te de ye.'

    ‘WERIN EM SIYASETMEDAR GAVEKÊ BAVÊJIN KU PÊŞÎ LI MIRINAN BIGRE'

    Demîrtaş bang li hemû siyasetmedaran kir û got: ‘Werin em gavekê bavêjin ku pêşî li mirinan bigre.'
    Demîrtaş diyar kir ku ku bi çi awayî be bila be divê çareseryek bê dîtin û aştî pêk were.

    ‘JI ÎMRALIYÊ  AGAHÎ NEYÊ GIRTIN DÊ XETERE MEZINTIR BIBE'

    Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de got wezareta dadê dibêje HDP metirsiya derbarê Ocalan îstîsmar dike ger wiha be bila desturê bidin ku parêzerên wî biçin serdana wî bikin û pêşî li niyeta me ya xerab bigrin.
    Herwiha Demîrtaş ragihand ku bo qedexeya li ser Ocalan rabe wan li Amedê dest bi greva birçîbûnê kirine û ger ji Îmraliyê agahî neyê girtin dê metirsî mezintir bibe.

    Bi heman mijarî:

    Irom Şarmîla greva birçîbûnê ya ku ev 16 sal in berdewam dike bidawî kir!
    Girtiyan ji bo Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
    Greva birçîbûnê ya girtiyên PAJK û PKKî kete roja 7an
    Parlementerên HDPê dest bi greva birçîbûnê kirin
    Girtî dest bi greva birçîbûnê dikin
    Greva malbatan di roja 14an de ye
    Li Edene û Mêrsînê jî elewiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
    Etîketan:
    vîna gel, mitîng, gelê kurd, çareserî, hevkarî, alîkarî, mirin, bînalî yildirim, Abdulah Ocalan, Selahatîn Demîrtaş, melazgir, mûş, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de