06:42 28 Gulan 2018
Xeta sînor

Li Rojava hate îdiakirin ku sivîlek ji hêla leşkerên tirk ve hate kuştin

© Foto: Evrensel
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Ciwanê bi navê Hemze Ebdurehman Dawid li ser sînorê Rojava û Tirkiyê de rastî guleyan hat û jiyana xwe ji dest da. Li gorî îdiayan gule ji hêla leşkerên tirk ve hatiye avêtin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ANHAyê koma ku ji bajarê Serêkaniyê û Dirbêsiyê bi armanca protestokirina astengkirina Abdullah Ocalan diçûn bajarê Amûdê, di rîya li ser sînorê di navbera Dirbêsiyê û Amûdê de hate gulebarankirin.

Di encama gulebaranê de kesekî bi navê Hemze Ebdurehman Dawid ê 23 salî birîndar bû. Dawid ji hêla kesên li derdorê rakirin Nexweşxaneya Dirbisiyê lê li vir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dawid birin bajarê Amûdê. Hate zanîn ku Dawid li Dirbêsiyê karê muhasibtiyê dikir.

Bi heman mijarî:

Leşkerên tirk li ser sînor bav û 2 zarokên wî kuşt in!
Leşkerên tirk îşkence li 6 ciwanên rojavayî kirin
Leşkerên Tirk ji ser sînorê Kobanê vekişiyan
Leşkerên tirk 2 welatiyên sivîl kuştin
Gelê Kobanê li hember leşkerên tirk barîqat danîn
Leşkerên tirk, êrişî ser sengera YPGê kirin: Şervanekî YPGê birndar bû
Etîketan:
kuştin, sivîl, gulebaran, Ajansa ANHA, leşkerên tirk, Abdullah Ocalan, Hemze Ebdurehman Dawid, Rojava, Serêkaniyê, Amûdê, Dirbêsiyê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de