20:30 27 Gulan 2018
polîs, cihê bûyerê

Li Stenbolê pevçûn: 3 birîndar hene

© Foto
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li navçeya Ataşehirê ya bajarê Stenbolê pevçûn derket û di encamê de yek jê giran 3 kes birîndar bûn.

Stenbol - Hat ragihandin ku bûyer saet dora 16:00an li ezîdanseke taxa Barbarosê ya Ataşehîrê pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 8 kes hatin ber deriyê rezîdansê û derketin xaniyekî. Piştî wê bi demeke kurt, dengê çekan ji wê malê hat. Gule li sê welatiyan li wê malê ketibûn.

Piştî ku welatiyên derdorê ixbar kir, polîs û ambulans hatin cihê bûyerê. Birîndar hatin rakirin bo nexweşxaneya Fatih Sultan Mehmet û Nexweşxaneya Umraniyê ya perwerde û lêkolînan.

Herwiha hat zanîn ku rewşa yekî ji birîndaran giran e. G.A û M.O yên tev li bûyerê bûbûn, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin lê sê kesên nasnameya wan nediyar reviyan.

 

 

Bi heman mijarî:

Li Fransayê bi kêrê êrîşî polîs kirin: Polîsek birîndar bû
Tevlê midur û komîseran bi tevahî 50 polîs ji kar hatin dûrxistin
Li Amedê Teqîn: 5 jê polîs 7 kuştî û 21 birîndar (HAT NÛKIRIN)
Navenda Parastina Gel: 2982 leşker û polîs hatin kuştin
Li Enqereyê di navbera polîs û leşkeran de pevçûn derket
Li Amedê êrîş: 2 polîs birîndar bûn
Etîketan:
pevçûn, birîndar, ambulans, Polîs, Ataşehir, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de