05:48 20 Çile 2018
Zindî
    Hêzên HPGê - kontrola rê -

    HPG: Li Çelê gelek leşker hatin kuştin, şer berdewam e

    © Foto: M. Tv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê da xuyakirin ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê gelek leşker hatin kuştin, şer berdewam dike û 5 endamên HPGê jî jiyana xwe ji dest dane.

    Navenda nûçeyan — HPG derbarê şerê li Dêrsim û Çelê de daxuyaniyek da. HPGê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Dersîmê li dijî wesayîta zirxî êriş hatiye kirin û  li Kerkûkê jî DAIŞiyek hatiye kuştin.

    ŞERÊ LI ÇELÊ DIDOM E
    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê di daxuyaniyê de piştî bombebarana balafirên artêşa tirk yê li ser keleha Ertûşê li hermê şerekî giran qewimiye û di encamê de gelek leşker hatine kuştin lê hejmara wa nehatiye zelalkirin.  
    Hate amajekirin ku firokeyeke Kobra yê hatiye xistin û di wê demê de di navbera wan û hêzên tirk de dîsa şer qewimiye. Di encamê de 14 leşker hatine kûştin

    5 ENDAMÊN HPGÊ JIYANA XWE JI DEST DAN

    Di dewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku di encama şer de 5 endamên HPGê jiyana xwe ji dest dane. Herwiha hate destnîşankirin ku  5ê Îlonê saet di 04:00an de, şer li dora girê Şehîd Newal giran bû. Artêşa Tirk, bi tank û topan li herêmê da. Ev bomberdûman hê jî dewam dike.
    Di dewamiya daxuyaniyê de hate amajekirin ku sibeha 4ê Îonê, HPGê li girê Guvenlîkê êrişî leşkeran kirin lê hejmara kuştî û birîndaran hêj nehatiye zelalkirin.

    GULE LI WESAYETEK ZIRXÎ HATE REŞANDIN

    Di daxuyaniyê de tê gotin ku 4ê Îlonê li taxa Ecevît a navçeya Pîlemûriya Dêrsimê li hember wesayeteke zirxî êrişa bi çek hatiye kirin lê hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin.

    LI KERKÛKÊ TERORÎSTEKÎ DAIŞÊ HAT KUŞTIN

    Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku wan li herêma navbera gundên Nevafil û Vestan ên li Kerkûkê, terorîstekî DAIŞê kuştine.

    Bi heman mijarî:

    HPGê nasnameyên 10 şervanên xwe eşkere kir
    HPGê berpirsiyariya êrîşa Artvinê ragihand: Hedefa me ne Kiliçdaroglu bû
    HPGê berpirsiyariya çalakiya Elezîzê girte serxwe
    HPGê berpirsiyariya xwe ya teqîna Amedê ragihand
    HPGê nasnameyên 8 şervanên xwe ragihand
    HPGê ji bo Sûr û Qoserê daxuyanî da: Em ji bo mirovên sivîl xemgîn in
    HPGê êrişa Osmaniyeyê girt serxwe
    Etîketan:
    wesayeta zirxî, ÇELÊ, hpg, daiş, şer, artêşa tirk, kuştin, TIRKIYE
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de