00:58 18 Çile 2018
Zindî
    Pergala HIMARSê

    50 leşkerên Amerîkayê ji bo avakirina pergala moşekê derbasî Tirkiyeyê bûn

    © Flickr/ AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Amerîkayê dawiya hefteyê ji bo ku li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê were bikaranîn Pergala Moşekên Topî ya Tevgera Bilind (HIMARS) şandibû Tirkiyeyê.

    Dîlok — Amerîkayê dawiya hefteyê ji bo ku li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê were bikaranîn Pergala Moşekên Topî ya Tevgera Bilind (HIMARS) şandibû Tirkiyeyê. Îro jî 50 leşkerên pispor ên Amerîkayê ji bo ku pergala HIMARSê ava bikin û bidin xebitandin derbasî Tirkiyeyê bûn.

    Li gorî nûçeya Ugur Erkanê rojnameya Hurriyetê, bataryayên HIMARSê xwediyê qabîleyeteke mezin û bi lez e û di heman demê de jî menzîla wan hetanî 92 kîlometroyan jî heye. Bataryayên HIMARSê niha li Almalitepeya Dîlokê li kêlêha pergala parastina moşekên Hêza Çekdar a Tirkiyeyê hatine bicihkirin. Ev pergala moşekan ku ji du wesayît û ji 30 lûleyî pêk tê wê li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê were bikaranîn.

    Bi heman mijarî:

    Sînorê Tirkiye ji DAIŞê tê paqijkirin
    Amerîkayê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê cara yekem e ev tişt kir
    Leşkerên Tirk ji ser sînorê Kobanê vekişiyan
    Biryara Kosovayê ya sînorê Montenegroyê tê çi wateyê?
    Erdogan: Em ê nehêlin korîdoreke terorê li ser sînorê me çêbibe
    Etîketan:
    Pergala parastina moşek a HIMARSê, Ugur Erkan, Dîlok, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de