08:56 26 Gulan 2018
Teqîn - Suriye

Teqînên îro ku li Sûriyayê pêk hatin DAIŞê girt ser xwe

© REUTERS / SANA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Televîzyona Delwletê ya Sûriyayê SANA, ragihand ku li 3 bajarên di bin kontrola hêzên rejimê de 4 teqînên cuda pêk hatiye, AFPê jî ragihandibû ku li bajarê Hesekê teqîn pêk hatiye. Hate diyarkirin ku berpirsyara van teqînan DAIŞê girtiye ser xwe.

Navenda Nûçeyan — Îro teqîna ewil li bajarê Tatûsê ku mazûvaniya hêzên deryayî ya Rûsyayê dike pêk hat. Li derdora Pira Arzûnayê ya têketina bajêr du teqîn rû dabû.

 

Li gorî nûçeya SANyê ji bilî Tatûsê li çoltera Şamê û Hûmsê jî teqîn rû dabû. Teqîna ku bi wesayîta bombe barkirî êrişî noqteye kontrola leşkerî hate kirin de 2 leşker jiyana xwe ji dest dan. Çavkaniyên nexweşxaneyê eşkere kirin ku di teqînê de 7 kes birîndar bûne.​

Ji aliyê din ve AFPê ragihand ku li bajarê Hesekeyê jî teqîn rûdaye û di encamê de herî kêm 5 kes jiyana xwe ji dest daye.

Televîzyona SANAyê diyar kir ku di teqînên îro de tevahî 38 kesan jiyana xwe ji dest dane.

ÊRIŞAN DAIŞê GIRT SER XWE

Rêxistina terorîst DAIŞê ji ser malpera Amaqê destnîşan kir ku êrişên îro li Sûriyayê pêk hatine terorîstên wan pêk anîtine.

Bi heman mijarî:

Li Bexdayê du teqîn çêbûn: 3 kuştî û 12 birîndar
Li devê Wezareta Parastin a Afganîstanê teqîn
Li 3 bajarên Sûriyeyê 4 teqîn
Li Filipînan teqîn: Herî kêm 10 kes mirin
Li Amedê teqîn: Leşkerek birîndar bû
Etîketan:
birîndar, mirî, DAIŞ, teqîn, SANA, Sûriya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de