09:07 22 Gulan 2018
    50 kesên ku 05.09.2106an dest bi greva birçîbûnê ji bo Serokê PKKê Abullah ocalanî kir

    'Ji bo Ocalan grev, ji bo aştiyê deriyekî nû''

    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlementerê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu got: ''Em êş û azaran naxwazin êdî. Eger em bi vê grevê bigêhijin armanca xwe wê pêvajoyeke nû dest pê bike, bi hevdîtinan re wê deriyê nû ji bo aştiyê vebin.''

    Omer Faruk Baran

    Amed - Parlementer û hevşaredarên HDP-DBPê jî di nav de îro 50 kesan li avahiya DBPê ya Amedê ji bo ku hevdîtin bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re pêk were dest bi greva birçîbûnê kir. Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel bi daxuyaniyê diyar kir ku greva wan a birçîbûnê heta hevdîtin bi Ocalan re bêne kirin dê dewam bike. Herwiha hat ragihandin ku ji bilî çalakiya greva birçîbûnê, heta ku ew digêhîjin armanca xwe dê gel jî bi çalakiyên cûr bi cûr ji bo Ocalan li qadan be.

    Di nav kesên ketine grevê de parlementerên HDPê Dilek Ocalan, Ferhat Encu, Selma Irmak, Nadir Yıldırım, hevseroka DBPê Sebahat Tuncel, Hevseroka KCDê Leyla Güven, ji Heyeta İmraliyê Ceylan Bağrıyanik, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya, parêzerên Ocalan Ebru Güney û Cengiz Çiçek hene û hunermend Berfin Emektar û derhêner Zeynel Doğan hene.

    Parlementerên HDPê Dilek Ocalan û Ferhat Encu li ser greva birçîbûna taybet ji Sputnik Kurdistanê re axivîn.

    EGER HEVDÎTIN PÊK NEYÊ..

    Dilek Ocalan di greva birçîbûnê de ji bo Serokê PKKê Abdullah ocalanî
    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    Dilek Ocalan di greva birçîbûnê de ji bo Serokê PKKê Abdullah ocalanî

    Parlementera HDPê ya Rihayê Dilek Ocalan destnîşan kir ku piştî hewldana darbeyê ya 15ê Tîrmehê wan qet tu xeber ji Ocalan nestandiye û got: ''Armanca vê grevê ew e ku heyetek demildest here Îmraliyê û bi rêberê gelê kurd Ocalan re hevdîtinê bike. Çalakiya me çalakiyeke insanî ye, demokratîk e û di çarçoveya hiqûqê de ye. Eger hevdîtin pêk neyê û tecrîda li ser Ocalan dewam bike wê Tirkiye di şerekî gurtir û germtir keve. Wê êş û azar li Tirkiyeyê zêdetir bibin. Di serî de gelê kurd, divê hemû gelên demokrat li vê çalakiyê xwedî derbikevin.''

    Ferhat Encu di greva birçîbûnê de ji bo Serokê PKKê Abudllah Ocalanî
    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    Ferhat Encu di greva birçîbûnê de ji bo Serokê PKKê Abudllah Ocalanî

    Parlementerê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu jî got: ''Duh serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim li Amedê bû. Gotinên ku em ji ber ve şerm dikin kirin. Dixwaze êş pirtir bibin. Em êş û azaran naxwazin êdî. Eger em bi vê grevê bigêhêjin armanca xwe wê pêvajoyeke nû dest pê bike. Wê bi Ocalan re hevdîtin bêne kirin û ew jî wê bi xwe re deriyên nû yên aştiyê veke''

    Dewleta tirk, ji 27ê Tîrmeha 2011an vir ve nahêle parêzerên Ocalan wî bibînin. Heyeta Îmraliyê û malbata Ocalan, cara dawî di 5ê Nîsana 2012an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Hatîp Dîcle: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re 50 hevalên me wê dest bi greva birçîbûnê bikin
    Irom Şarmîla greva birçîbûnê ya ku ev 16 sal in berdewam dike bidawî kir!
    Girtiyan ji bo Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
    Greva birçîbûnê ya girtiyên PAJK û PKKî kete roja 7an
    Greva birçîbûnê ya parlamenterên HDPê bi dawî bû
    Parlementerên HDPê dest bi greva birçîbûnê kirin
    Girtî dest bi greva birçîbûnê dikin
    Etîketan:
    greva birçîbûnê, PKK, HDP, Abdullah Ocalan, Ferhat Encu, Dilen Ocalan, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de