06:25 20 Çile 2018
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Parastina Esadê kujer, şermeke mezin e

    © Foto: AA/ Ahmet İzgi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokkomarê Tirkiyeyê piştî civîna G20ê li Çînê, daxuyaniyekê dide ku tê de wiha got: "Şermeke mezin e ku mirov hîn bibêje bila Esadê kujer li ser peywira xwe bimîne

    Navenda Nûçeyan — Beşên serekî ji axiftina Erdoganî wiha bûn:

    Qeyrana Sûriyeyê ji aliyekî ve ji ber qurabniyan û çalakiyên rêxistin^ne terorê û ji aliyê din ve jî ji ber ttrajediya penaberan hîn jî birîneke kûr a cîhanê ye. Bi taybetîhelwesta welatan a ewlekar û helwestên nijadperest, cihê şermê ye. Niha hejmara kesên li Sûriyeyê hatine kuştin, ji 600 hezarî derbas bûye. Li cihekî ku 600 hezar hatine kuştin, ez wiha difikirin ku ji bo me mirovahiyê şermeke mezin e ku mayîna Esadî li peywira xwe bê parastin.

    Tirkiye hîn jî çi kesê ji Sûriye û Iraqê tê, bê cudakariyeke nijadî, olî mêvandariyê dike.

    Ez bi gelê me serbilind im ku 15ê Temûzê ji tank û balafiran netirsiya. Hewldana derbeyê têk bir.

    Divê Neyê jibîrkirin ku rêxistina FETOyê, li 170 welatan çalakiyên xwe dike. Ez bangî tevahiya cîhanê dikim ku li dijî vê rêxistinê derkevin ku bazirganiya ol, xêrxwazî û perwerdehiyê istismar dike û bazirganiya hestan dike.

    OPERAYSONA CERABLUSÊ NÎŞANA BIRYARDARIYÊ YE

    Divê em gişt bi hev re li dijî wê têgihiştinê derkevin ya ku FETO, PKK, PYD, YPG û DAIŞê ji hev cuda dike û em di cih de dest bi têkoşîneke bihêman li dijî hemû rêxistinên terorê bidib destpêkirin. Çi bibe jî, em bibiryar in ku li dijî terorê şerê xwe berdewam bikin. Çi şexsê min we Serokkomar û çi hikûmeta me, me biryara xwe daye ku em ê bi biryar têkoşîna xwe berdewam bikin. Operasyona Tirkiyeyê y Cerablusê nîşaneke vê biryardariyê ye.

    ARMANCA ME, PAQIJKIRINA HERÊMÊ JI BOMBEYAN E

    Em hevkariyê bi hêzên hevpeymanê re dikin. Em bi Rûsyayê re li Helebê bi taybetî hevkariyê dikin. Armanca me ew e ku berî cejnê ev agirbest bê ragihandin û herêm ji bombeyan bê paqijkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Kremlînê derheqê hevdîtina Pûtîn, Erdogan û Esad de daxuyanî
    Hevdîtina Erdogan û Obama bi dawî bû
    Erdogan û Mîrê Erebîstana Siûdî Selman li hevdu civiyan
    Erdogan û Ban Ki-Moon hevdîtin pêk anîn
    Dema hevdîtina Erdogan û Obamayî diyar bû
    Erdogan ji televizyon çînî re axivî: Hemû terorîst xerab in
    Etîketan:
    YPG, PYD, FETO, DAIŞ, PKK, Recep Tayyip Erdogan, Rûsya, Tirkiye, Heleb, Cerablus, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de