18:42 27 Gulan 2018
Gora komî

Li Felluceyê gorek komî hate dîtin

© REUTERS /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Felluceyê yê ku demeke dirêj di bin kontrola terorîstên DAIŞê de bû, goreke komî hate dîtin ku tê de 550 cenaze hebûn.

Fellûce — Operasyona hevpar ya Artêşa Iraqê û Heşdî Şabîyê ya li bajarê Fellûce û herêmên derdora wê berdewam dike. Li bajêr heta niha bi sedan mayîn û teqemenî hatin tunekirin. Ji xeynî wê jî li navenda Fellûceyê goreke komî hate dîtin.
Fermandarê Tugaya Peyadar ya Yekemîn ya Artêşa Iraqê Celîl Bidlrreza bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir ku wan li navenda Fellûceyê goreke komî ya ayidî DAIŞê dîtine ku tê de 550 cenaze hebûn.

550 cenaze ayidî DAIŞiyên ku di dema operasyona Fellûceyê hatine kuştin in.

Endamên artêşê ragihandin ku wan berê jî çendek gorên komî dîtine lê gotin ku ya li Fellûceyê mezintirîn gora komî ya herêmê ye.

 

Bi heman mijarî:

Li Şingalê 30 gorên komî hatin dîtin
Li Fellûceyê goreke komî ya ku 400 leşker têde bûn hate dîtin
Li bajarê Palmîrayê goreke komî din hat dîtin
RTyê dîmênên gora komî ya bajarokê Sulukê ku ji DAIŞê hat paqijkirin par ve kir
Li Iraqê 50yan zêdetir gorên komî hatin dîtin
Li bajarê Selahedînê goreke komî hate dîtin
Etîketan:
şer, artêşa iraqê, heşdî şabî, hovîtî, kuştin, daiş, gorên komî, Celîl Bidlrreza, iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de