16:54 22 Çile 2018
Zindî
    Kobanê

    Niştecihên Kobanê dawî li çalakiya ser sînor anîn

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Çalakiya niştecihên Kobanê ya li ser sînor vê sibê bidawî hat.Rêvebiriya Kobanê wê ji bo şopandina çêkirina dîwar komîteyekê ava bike.

    Kobanê — Piştî hikûmeta AKPê biryar girt ku li ser sînorê Rojava dîwar bihûne niştecihên Kobanê bertek nîşanî vê biryarê dabûn û dest bi çalakiyan kiribûn. Di dema çalakiyan da leşkerên tirk gule reşandibûn ser Kobaniyiyan û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû, bi dehan kes jî birîndar bibûn.

    Çalakiya ku nêzîkî 10 rojan berdewam kir vê sibê bidawî hat. Niştecihên Kobanê û rêvebiriya Kobanê bi daxuyaniyekê diyarkirin ku wan dawî li çalakiya xwe anîne. Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim diyar kir ku ew ê komîteyek şopandinê ava bikin da ku avakirina dîwar bişopîne.

    Bi heman mijarî:

    Leşkerên Tirk ji ser sînorê Kobanê vekişiyan
    Gelê Kobanê li hember leşkerên tirk barîqat danîn
    ‘Tirkiye wê navbera Kobanê û Efrînê bigire û herêmeke tampon ava bike'
    Etîketan:
    sînor, çalakî, dîwar, Kobanî, Rêvebiriya Kantona Kobanê, AKP, Enwer Mislim, Rojava, Kobanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de