13:08 26 Gulan 2018
Êrîşa Hesekê

DAIŞê êrîşeke bombeyî li Hesekê pêk anî: Kuştî û birîndar hene

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)
0 0 0

DAIŞêli bajarê Hesekê yê Rojavayê bi motorsîkletî êrîşek pêk anî. Yek ji Berdevkê Asayîşa Rojavayê Malik Hesekî ji Sputnikê re ragihand ku di encama êrîşê de 4 kes ji endamên asayîş û sivîlan jiyana xwe ji dest da û hinek jî birîndar bûn.

Hikmet Durgun

Hesekê —Hat ragihandin ku DAIŞê li bajarê Hesekê yê Rojavayê li xaçerêya Merşoyê ya taxa Mesakinê êrîşeke bi motorsîkletekî li dijî nuqteyeke asayîşê pêk anî.

Yek ji Berdevkê Asayîşa Rojavayê Malik Hesekî ji Sputnikê re diyar kir ku DAIŞê destê sibehê bi motosîkletekî êrîşek pêk anî û wiha dewam kir: "Di encama êrîşê de, hinek endamên Asayîşê û sivîlan jiyana xwe ji dest da. Hîn nehatiye misogerkirin lê hejmara şehîdan 5 e. Birîndar hatin rakirin bo nexweşxaneya Hesekê. Me lêpirsî ji bo bûyerê da destpêkirin. Niha rewşa bajarî aram e".

Ji aliyê din ve, Ajansa AMAKê ya girêdayî DAIŞê, ragihand ku DAIŞê berpirsyariya xwe li ser êrîşê ragihandiye.

DAIŞê berî niha jî gelek caran êrîş li Qamişlo û Hesekê pêk anîbûn.

Bajarê ku piraniya niştîcihên wî ji kurd, ereb û xiristiyana pêk tê, bi giştî di destê PYDê de ye û beşek biçûk jê di destê rejîma Sûriyeyê de ye.

Mijar:
Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)

Bi heman mijarî:

Rûsya: “ Pevçûnên Hesekê bi kêrî kesên ku dixwazin Sûriyeyê tune bikin tê”
ROJAVA - Asayîşa Hesekê bang kir: "Hesekê niha ewle ye, vegerin warên xwe"
Li Hesekê agirbest hate ragihandin
Şer û pevçûnên Hesekê bênavber didome, YPGê çend nûqteyên stratejÎk bi dest xist
Artêşa Sûriyeyê li Hesekê operasyonên xwe yên hewayî didomîne
Di şerê Hesekê de bi dehan leşker hatin girtin
YPGê li Hesekê hin dibistan û ambarek genim kir bin kontrola xwe
Etîketan:
xiristiyan, kurd, ereb, Malik Hesekî, Sûriye, Rojava, Qamişlo, Hesekê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de