21:45 21 Çile 2018
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan

    Rûsyayê bûyera 24ê Mijdarê bi temamî ji bîr nekiriye

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hîndekarê Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê Doç. Dr. Fatih Ozbay ragihand ku di hevdîtinên Erdogan û Pûtîn de ji bo pêşketinên siyasî pêwistî bi demê heye.

    Navenda Nûçeyan — Hîndekarê Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê Doç. Dr. Fatih Ozbay ragihand ku di hevdîtinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de ji bo pêşketinên siyasî pêwistî hinekî bi demê heye. Pêşxistina têkiliyên bi Rûsyayê re dê têkiliyên Tirkiye bi dewletên rojava re jî têxê pîvanekê.

    Fatih Ozbay di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku di hevdîtina Erdogan û Pûtîn a Çînê de peyamên paşerojê hebûn. Ew hevdîtin berdewamiya civîna 9ê Tebaxê bû û ji bo normalîzebûna têkiliyên herdu welatan gaveke gelekî girîng bû. Dema ku mirov li naveroka hevdîtinê temaşe dike herî zêde mijara enerjî, tekoşîna dij terorîzmê û hevkariya ekonomîk derdikeve pêş. Mijarên siyasî wekî berê li pêşnerî çapemeniyê nayên axaftin.

    Ji bo nêzîkbûna siyasî dem divê

    Ozbay di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rûsya û Tirkiye di mijara têkiliyên ekonomîk de pragmatik tevdigerin, lê di mijarên siyasî de hê jî gavên ku divê werin avêtin hene. Di têkiliyan de hê jî binheşiya 24ê Mijdarê tam nehatiye paqijkirin û bandora dewam dike. Ji bo nêzîkbûna siyasî li gorî min hê jî dem divê. Lê ev hevdîtina dawî ya li Çînê di navbera Pûtîn û Erdogan de wê têkiliyan baştir bike. Li derdora Tirkiyeyê dewleteke wekî Rûsyayê mezin ku bikaribe bazirganiyê bike tuneye."

    Bi heman mijarî:

    Ji Kremlînê derheqê hevdîtina Pûtîn, Erdogan û Esad de daxuyanî
    Saeta hevdîtina Pûtîn û Erdogan diyar bû
    Dîroka hevdîtina Pûtîn û Erdogan ya li Çînê hat eşkere kirin
    AA: Pûtîn û Erdogan bi rêya telefonê axivîn
    Destgirtina Pûtîn û Erdogan, mizgîniya peymanên milyar dolar e
    Etîketan:
    Fersenda başbûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Hevdîtinên Pûtîn û Erdogan, Hîndekarê Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê, Fatih Ozbay, Recep Tayyip Erdogan, Vladimîr Pûtîn, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de