02:51 19 Çile 2018
Zindî
    Aleksandr Tolstopyatenko

    Konsolosê rûsî: "Bajarê Antalyayê gelekî bi ewle ye"

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Konsolosê Rûsyayê li Antalyayê Aleksandr Tolstopyatenko di komîsyona ku ji heyeta tirk û rûsî de pêk hatibû ragihand ku bajarê Antalyayê gelekî bi ewle ye.

    Antalya — Konsolosê Rûsyayê li Antalyayê Aleksandr Tolstopyatenko di komîsyona ku ji heyeta tirk û rûsî de ji bo ewlehiya Antalyayê pêk hatibû de ragihand ku bajarê Antalyayê li gorî herêmên turîstîk ên din gelekî bi ewle ye.

    Aleksandr Tolstopyatenko di berdewamiya axaftina xwe de piştî firîna pêşî ya charterê di civîna rojnamevanî de got: "4 hefte berê ji çend sazî û dezgehên Rûsyayê ji bo lêkolînê heyet hatin Antalyayê û li balafirxane û herêmên turîstîk lêkolîna şert û mercên ewlehiyê kirin. Heyeta rûsî di warê ewlehiyê de puanekî baş da. Piştî daxuyaniya heyetê ya erênî rêvebiriya Rûsyayê biryara firînên charterê ji bo Tirkiyeyê dest pê kir."

    Tolstopyatenko di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li gorî pêşbîniyên min li Antalyayê bergiriyên ewlehiyê di asta herî jor dene. Jixwe tu kes li tu devera cihanê nikare ji sedî sed gerentiya ewlehiyê bide. Lê li gorî herêmên din bajarê Antalyayê gelekî aram û bi ewle ye."

    Bi heman mijarî:

    Ji Rûsyayê balafira charter a pêşîn ber bi Tirkiyê ve firiya
    Firînên charter wê hejmara turîstên rûsî 3 qat zêde bike
    Dibe vê hefteyê balafirên charter ên Rûsyayê dest bi firînên Tirkiyeyê bikin
    Medvedev biryarnameya rakirina qedexeya charter a li ser Tirkiyê îmze kir
    'Rûsya qedexeya seferên charter yên bo Tirkiyeyê rakir'
    Etîketan:
    Destpêkirina firînên charter ên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Konsolosê Rûsyayê li Antalyayê, Aleksandr Tolstopyatenko, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de