13:12 24 Gulan 2018
    Darvekirin - Îdam

    Raporta Mafê Mirov a Kurdistanê: Di meha tebaxê de Îran 34 kurd bi dar vekir

    © Flickr / Jaime Pérez
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê raporta meha tebaxê ya binpêkirinên mafê mirovan a rejîma Îranê li Kurdistana Îranê eşkere kir. Di raportê de behsa girtin, darvekirin, qetilkirina jin, zarok, kasibkar (kolber) û karkeran tê kirin û bal tê kişandin ser rewşa nebaş a girtiyên siyasî.

    Darvekirin - Îdam
    © Flickr / Jaime Pérez
    Navenda nûçeyan  — Di raporta Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê de ku îro hate belavkirin, hat gotin ku Dewleta Îranê di meha tebaxê de 34 girtiyên kurd bidar vekiriye. Di nava kesên ku hatine bidarvekirin girtiyên siyasî yê kurd Mihemed Abdullahî jî heye.
    Di heman mehê de 32 hemwelatî ji ber sedemên cur be cur hatine binçavkirin, girtin û tehdîdkirin. Gelek ji van welatiyan hatine girtin û çarenûsa wan nediyare. Nêzî 270 karker ji kar hatine derxistin.

    BÊHTIR JÎ MAFÊN GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN KURD TÊNE BINPÊKIRIN

    Di berdewama rapora Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê (RMMK) de behsa binpêkirina mafê mirovan di girtîgehan de bi taybet li dijî girtiyên siyasî yên kurd tê kirin.

    Rapor her wiha cih dide qetilkirina kasibkarên (kolber) ser sînor ku bi guleya hêzên rejîma Îranê hatine qetilkirin yan jî birîndar bûne. 5 kasibkar di meha çûyî de hatine qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûne û hatine girtin.

    Di dawiya raporê de behsa zêdebûna rêjeya kuştin û xwekuştinê û şîdetê ji aliyê rejîmê ve li hember civakê bi taybet jin û zarokan tê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Em naxwazin ku YNK lawaz bibe
    Îran: Divê Tirkiye operasyonên xwe yên li Sûriyeyê bisekinîne
    Rejima Îranê li herêma Mirgeverê 2 kolberên din kuştin
    Li Sûriyeyê 2 jê general 10 leşkerên Îranê hatin kuştin
    Îranê xwest ku Rûsya ‘Vegere Hamedanê'
    Îranê payeya pêşîn a projeya înterneta netewî temam kir
    Etîketan:
    gelê kurd, mafên mirovan, şerê sosyolojik, darvekirin, kurdistana îranê, îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de