04:45 19 Çile 2018
Zindî
    Ji bo Ocalan greva birçîbûnê destpêkir

    Ji bo Ocalan greva birçîbûnê destpêkir

    © REUTERS/ Sertaç Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    50 navê wê bikevin greva birçîbûnê li avahiya DBPê ya Amedê kom bûn û bi daxuyaniyeke çapeminiyê dest bi grevê kirin. Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel li ser navê komê daxuyaniya çapemeniyê xwend û got ku heta hevdîtin bi Ocalan re çêbibe wê greva wan berdewam bike.

    Amed — 50 kesên bi armanca hevdîtin bi Abdullah Ocalan re çêbibe îro dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji bo greva birçîbûnê li ber avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a amedê koma çalakvan kom bûn.

    Ji aliyê din ve polêsên Midûriyeta Ewlehî ya Amedê bi berpirsên DBPê re axivî û gotin heke daxuyanî li derveyê avahiyê were dayîn dê mûdaxele bikin.

    'POLÎSAN DAXUYANIYA LI DERVEYÊ AVAHIYÊ QEDEXE KIR'

    Li gorî zanyariyên berdest, hêzên ewlehî daxuyaniya çapemenî li meydanê qedexe kiriye û di heman demê wêne û dîmên girtin jî asteng kiriye. Polêsan gotiye heke dîmên werin kişandin em ê wan binçav bikin.

    Ji ber îhtîmala mûdaxeleya wê daxuyaniya çapemenî li nava avahiya rêxistinê were kirin. Parlamenter, rêvebir, serokên bajêr û çapemenî derbasî nava avahiyê dibe.

    Hevdîtina rêvebirên DBPê û hêzên ewlehî didome. Ji aliyê din ve gelek hêzên ewlehî û wesayîtên polêsan li devê avahiya DBPê kom bûne.

    Hat ragihandin ku hem daxuyaniya çapemenî û hem jî grêva birçîbûnê dê li nava avahiya DBPê ya bajarê Amedê pêk were.

    'DAXUYANÎ LI NAVA AVAHIYÊ HATE DAYIN'

    Ji aliyê din ve hat ragihandin ku bi sedan kesî ji bo grêva birçîbûnê serî li komîsyonê daye, lê tenê wê bi 50 kesan grev bidome.

    50 kesên beşdarî greva birçîbûnê bûn piştî berdilkên ku wêneyên Abdullah Ocalan lixwe kirin daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel ve hate xwendin.

    Tuncel di daxuyaniya xwe de balkişand ser astengkirina hevdîtina bi Oclan re û wiha got: "Herçiqas ku 52 roj di ser hewldana derbeya 15ê Tîrmehê re derbas bûye û herçiqas tekez bûye ku derbekaran div ê pêvajoyê de mudaxeleyek pratîkî li ser Grava Îmraliyê pêk anîne jî, heta niha derbarê tenduristî û ewlekariya birêz Ocalan de me tenê yek zanyariya objektîv jî bidest nexistiye."

    ‘OCALAN DAYE XUYAKIRIN KI AŞTÎ PÊKAN E'

    Sabahat Tuncel di berdewamiya axavtina xwe de balkişand ser pêvajoya aştiyê û diyar kir ku li gel şertên giran ên tecrîdê Oalan di 18 salên li Îmraliyê de gelek ked û hewl daye ku aştî pêk were. Tuncel di berdewamiya daxuyaniyê de got ku tecrîda li ser Ocalan ji hêla demokrasî, mafên mirov û azadiyê nayê qebûlkirin.

    ‘YEK ARMANCA GREVÊ HEYE'

    Tuncel balkişand ser daxuyaniya di 31ê Tebaxê de li Amedê hate xwendin ku digot "Hemû hewldanên me yên mirovî, siyasî, hiqûqî, dîplomatîk ji hêla hikûmetê ve vala hatin derxistin ku 510 roj in dimeşînin. Ji ber vê sedemê heta ku parêzer, endamên malbatê yan jî heyeteke me ya siyasî rûbirû bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike û zanyariyeke nojdar bistîne me biryara destpêkirina pêvajoyeke nû daye. Di vê çarçoveyê de 50 hevalên me yên dildar, di 5ê Îlonê de wê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor bikin. Tenê yek daxwaza vê greva birçîbê heye; hevdîtin bi birêz Ocalan re di çarçoveya rêûrêbazên hiqûqê de bêçikirin."

    Tuncel di dawiya daxuyaniyê de wiha axivî: "Xwedî derketina li Abdullah Ocalan mijareke rûmetê ye. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi awayekî gelekî xurt xwedî li rûmeta xwe û mafê azadiya xwe derkevin, û bi dengekî hemû dinya bibihîze biqêrin ku ew vê bêrûmetiyê qebûl nakin."

    Piştî daxuyaniya Tuncel kesên beşdarî grevê bûn, sloganê ‘Bê Serok Jiyan Nabe' û ‘Kurdistan bi we serbilinde' avêtin.

    Lîsteya kesên ku tevlî grêva birçîbûnê dibin wiha ye:

    "Nadir Yıldırım, Selma Irmak, Berdan Ozturk, Dilek Ocalan, Ferhat Encu, Ebru Gunay, Cengiz Çiçek, Sebahat Tuncel, Gulcihan Şimşek, Zeynel Mat, Mehmet Candemir, Uğur Bayrak, Zeki Baran, Murat Doner, Leyla Guven, Hasip Yalnıç, Zeynep Karaman, Ceylan Bagriyanik, Berfin Emektar, İbrahim Halil Yildirim, Nazım Hikmet Çalişkan, Abdullah Tarhan, Zeynel Dogan, İslam Dagdeviren, Bekir Kaya, Mehmet Ali Tunç, Beritan Tayan, Bayram Demir, Berivan Ozlem Kutlu, Yildiz Çetin, Rukiye Eryilmaz, Hasan Gungor, Zelal Abiş Birtane, Hayrettin Satar, Huseyin Çelik, Necmi Dilmaç, Bayram Akman, Abdulkadir Çalışkan, Siyamend Yaruk, Arif Akkaya, Abbas Ercan, Arzu Karaman, Elif Haram, Semra Karaduman, Talat Emre, Rifat Roni, Sinan Ekinci, Nalan Goze, Yusuf Ziya Yavuz û Yusuf Sokmen in."

    Bi heman mijarî:

    KCD û DBP: Bila dorpêçkirina bajaran bê rakirin
    DBP: ‘’Me mirin jî daye ber çavên xwe, kayum..’’
    HDP û DBP ji bo çalakiyan bi çapemeniyê re civiyan û bangî gelî kir
    DBP: Divê Ocalan bi xwe pêvajoyê bi rê ve bibe
    DBP: AKPê dixwaze dest dane ser şaredariyên me
    Etîketan:
    Daxuyaniya çapemenî, KCD, DBP, HDP, Selma İrmak, Ferhat Encu, Dilek Ocalan, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de