07:10 23 Çile 2018
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    Li navçeya Çelê ya Colemêrgê şer: 2 leşker hatin kuştin

    © AP Photo/ AP Photo
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Çelê ya Colemêrgê îro berê sibehê di navbera çekdarên PKKê û leşkerên Artêşa Tirkiyeyê de şer û pevçûn derket, li gorî zanyariyên pêşî 2 leşker hatin kuştin.

    Colemêrg — Li navçeya Çelê ya Colemêrgê îro berê sibehê di navbera çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û leşkerên Artêşa Tirkiyeyê de şer û pevçûn derket, li gorî zanyariyên pêşî di şer û pevçûnan de 2 Artêşa Tirkiyeyê hatin kuştin.

    Şerê û pevçûna navbera çekdarên PKKê û leşkerên Artêşa Tirkiyeyê li herêma Çiyayên Kale, Dagbaşi û Seni ya navçeya Çelê qewimî. Li gorî zanyariyan di dema operasyonê de leşkerên Tirkiyeyê rastî komek çekdarên PKKê hatin û di navbera wan de şerekî dijwar qewimî, di şer de 2 leşkerên artêşê hatin kuştin û li gorî çavkaniyên herêmî şer û pevçûn li herêmê hê jî didome.

    Ji bo leşkerên kuştî îro piştî nîvro wê li Fermandariya Tuxaya Komando ya Colemêrgê merasîmek were lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Şerê li Çelê bi tundî berdewam dike
    Li Çelê tankek hate rûxandin
    Li navçeya Çelê pevçûn: Leşkerek hat kuştin û 6 jî birîndar bûn
    Li Çelê pevçûn: 5 leşker birîndar bûn
    Ji ber topbaranê li daristana Çelê agir derket
    Etîketan:
    Li Colemêrgê operasyona leşkerî, Artêşa Tirkiyeyê, PKK, Colemêrg, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de