08:52 24 Çile 2018
Zindî
    binçavkirin

    Li bajarê Erziromê operasyon: 40 kes hatin binçavkirin

    © Foto: twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îro berê sibehê li Erziromê operasyonên siyasî hatin lidarxistin, zêdetirî 40 kesî hatin binçavkirin ku di nav de siyasetmedarên kurd jî hene.

    Erzirom — Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li navenda Erziromê, navçeya Qereçobanê û gundên wê, polêsên tîmên taybet ên Tirkiye avêtin ser gelek malan. Polêsan deriyên malan şikandin û eşyayên li nava malan ji hev xistin. Di serdegirtinan de zêdetirî 40 kesî hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn. Tê gotin binçavkirî birine Salona Sporê ya Girtî ya Îtfaiye ya li navenda bajêr.

    Li gorî nûçeya ANFê navê hinek kesên ku hatine binçavkirinê wiha ne: "Rêveberê ÎHDê Yavuz Karabudak, delegeyê KCDê yê bajêr Nevzat Çavuş, rêveberê HDPê yê navçeyê Mahmut Polat, Ali Riza Erçek, Cevat Erçek, Nadir Kose, Şakir Kose, Abdullah Gunduz, Nesim Gur, Veysel Karabulak, Giyasetttin Çaglar, Salih Çaglar, Zubeyr Ugun, Halit Ugun, İhsan Kaçar, Ali Yigit, Mehmet Reşat Karagoz, Mustafa Ugun, Şakir Aydin, Engin Kuş, Hindistan Beyazduman, Sertif Gunduz, Nasir İnce, İhsan Ugun, Fetullah Guney, Fahrettin Sonmez, Mahmut Akbacak, Abdulkadir Mizrak, Şemsettîn Çubuk, Kerem Çalaş û Mithat Kaçar in."

    Bi heman mijarî:

    Li Dîlokê operasyona DAIŞê: 24 kes hatin binçavkirin
    Ji Amerîkayê bo rojnamevana ku li Tirkiyeyê hatibû binçavkirin daxuyanî
    Fermandarê Cendirme yê Şirnexê ji FETO/PDYê hat binçavkirin
    Li navçeya Farqînê 3 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin girtin
    Hevserokê DBPê yê Melazgirê Murat Kiziltaş hat binçavkirin
    Li Rûsyayê şikberekî ku bîad bi DAIŞê re kiribû hat binçavkirin
    Etîketan:
    HDP, KCD, DBP, İHD, Operasyona binçavkirinê, Ali Riza Erçek, Mahmut Polat, Nevzat Çavuş, Yavuz Karabudak, Erzirom, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de