14:31 26 Gulan 2018
Teqîna Hesekê

Li navçeya Qamişlo û Hesekê du bombe teqiyan: 7 kuştî 3 birîndar

© Foto : K24
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li ser rêya Kornêş li navçeya Qamişlo û li çarxerêya Merşo ya bajarê Hesekê du bombe teqiyan. li gorî zanyariyan destpêkê di teqînê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Hesekê — Li gorî zanyariyên berdest li navçeya Qamişloyê îro berê sibehê li ser riya Kornêş bombeyek teqiya. Hat ragihandin ku di teqînê de tu zirarên giyanî çênebûye.

Ji aliyê din ve li bajarê Hesekê li çarxerêya Merşo bombeyek hat teqandin. Li gorî çavkaniyên herêmî di teqîna bajarê Hesekê de birîndar hene. Li gorî zanyariyan teqîna bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, berê sibehê saet di 08:05'an de li nêzî Navenda Sotemeniyê ya Merşo bi motorsîkleteke bombebarkirî pêk hatiye.

Li gorî nûçeya K24ê di encama teqîna bajarê Hesekê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane ku ji wan 4 endamên asayişê ne û 3 kesên din jî sivîl in.
Herwiha 3 endamên din yên asayişê jî birîndar bûne.

 

Bi heman mijarî:

Şêxo û Haco dê ji bo Qamişlo û Pêşmergeyan bistirên
Asayişa Rojava derbarê teqîna Qamişlo de 3 berpirs ji kar derxist
Destûra Rojava hat ragihandin: Qamişlo dibe paytext!
Asayişa Rojava: ‘Hizbullaha Libnanê li Qamişlo şerê me kir'
Qamişlo 29 cangoriyên xwe dispêre axê
Etîketan:
Li herêma Rojava du teqîn, Li bajarên Qamişlo û Hesekê teqîn, Qamişlo, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de