10:32 24 Hezîran 2018
Tankên artêşa Tirk

Tankên Tirkiyeyê ketin Raiyê

© Foto : Sputnik / Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 02

Tirkiyeyê di çarçoveya operasyona Mertalê Firatê de 12 tank şandin bajaroka Raiyê ya li rojavayê Cerablûsê ya Sûriyeyê. Tirkiye ser sînorê Elbeylî yê Kilîsê sewqiyeta leşkerî hîn zêde kir û xwe amade dike ku bi Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) re li derdora Raiyê li dijî DAIŞê operasyonê lidar bixe.

Kilîs — Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ASAyê hatin bidestxistin Asa bi piştgiriya tank û balafirên şer ên Tirkiyeyê li bejahiya rojavayê Cerablûsê pêş de diçe û gelek gund ji destê DAIŞê girtin. ASAyê ji ber şer û pevçûna herêma rojavayê Cerablûsê wek herêma leşkerî ragihand û nahêle sivîl derbasî wê herêmê bibin.

Hat ragihandin ku Tirkiyeyê îro di saet derdora 13.20a de ji bo bajaroka Raiyê sewqiyeta leşkerî kir û gelek leşker sewqê herêmê kirin. Balafirên şer ên Tirkiye û hevpeymanê li derdora bajaroka Raiyê sengerên DAIŞê bombebaran dike û li gel vê yekê Tirkiye wesayita tenduristiyeyê ya zirxî û 8 tang jî di nav de gelek sewqiyeta leşkerî ji bo Ellbeylî ya Kilîsê dişîne.

Li gorî agahiyan ASAyê bajaroka Gavurelî, Kandere û gundê Ginmeyê ji destê DAIŞê girtin. DAIŞ jî ji bo sînorê Tirkiyeyê ji destê xwe nede der, gelek milîtan û alavên leşkerî ji El Babê sewqê herêmê dike.

Etîketan:
ketin, sewqiyata leşkerî, tank, Artêşa Sûriyeyê ya Azad, Artêşa Tirk, DAIŞ, Raî, Cerablûs, Kilîs, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de