02:09 18 Sibat 2018
Zindî
    Selahattin Demirtaş - Gultan Kişanak - Sebahat Tuncel

    Demîrtaş: Hate gotin ku helîkopterekê xwestiye dakeve Îmraliyê û şer derketiye

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş li Wanê axivî û derbarê rewşa Abdullah Ocalan de got: "Li gorî agahiya ku hatiye bidestxistin helîkopterekê xwestiye dakeve Grava Îmraliyê û şer derketiye. Lê em encamên pevçûnê nizanin."

    Wan — Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ji bo vekirina avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin çû Wanê. Demirtaş li vir derbarê pêşketinên dawî de hin daxuyanî da. Selahattin Demirtaş di axavtina xwe de bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku wê di 5ê mehê de destpêbike û got: "Bi taybetî ji bo rewşa birêz Ocalan ê li Îmraliyê, di 5ê Îlonê de wê greveke birçîbûnê bê destpêkirin. Digel ku di ser derbeyê re 50 roj derbas bibun jî em nikarin agahiyê ji Abdullah Ocalan bistînin. Dijî yan miriye em nizanin. Agahiyek hat ku digot helîkopterekê xwestiye dakeve Grava Îmraliyê û şer derketiye. Em encamê pevçûnê nizanin. Derbekarên ku xwespartin Yewnanîstanê leşkerên ku operasyon li Îmraliyê çêkirin e. Em dixwazin bi awayekî pesendkirina ewlekariya jiyana wî malbat û parêzerên wî re hevdîtinê bi wî re çêbikin. Abdullah Ocalan serokê gelekî ye. Ne girtiyekî wisa ye ku hûn ji rêzê nêzîkî wî bibin. Me heta 5ê mehê bangewazî kir. 515 roj in em em agahiyê nastînin. Piştî derbeyê jî me agahî nestend. Daxwaza me ya gotûbêjên siyasî nîne. Em dixwazin agahiyê derbarê ewlekariya jiyana wî de bistînin. Heke ku agahiyê ji wî bistînin em ê dest ji greva birçîbûnê berdin."

    ‘KURD LI QUTBAN KONA VEDIN HÛNÊ BIÇIN XIRA BIKIN'

    Demirtaş behsa pêşketinên li Sûriyê û Rojava û biryara kayumê jî kir û wiha berdewam kir: "Kurdan ji kirine ji we ev çi dijminantiye? Kurd bêyî ku biçin xaka ti kesî cinawirên ku we xwedî kir paqij kir. Îro du ciwan ên kurd hatin kuştin ku li hemberî kesên dîwar di nava xaka wan de lêdikin derdiketin. Tiştê ku ev dikin nîjadperestiye. Hûn dijminê kurdan û nîjadperest in. Dema ku hûn vegerin li paş xwe binêrin li qutban kurd konekî vekin hûnê biçin mudaxeleyê bikin. Heke ku ji deste we bê hûnê biçin Herêma Federal a Kurdistanê dagir bikin."

    Demîrtaş herî dawî got ku bila herkes ji bo berxwedana sivîl amade be.

    Bi heman mijarî:

    Îdianameya derbarê Demirtaş de hate qebûlkirin
    Piştî desteserkirinê agahî ji mamosteyê bi navê Recep Demirtaş nayê standin
    Demirtaş, giliyê şêwirmendê Erdogan kir
    Demirtaş: Derdê AKPê bi gelê kurd re ye
    5 sal ji bo Demirtaş û Onderî hatin xwestin
    Demirtaş: Hûn nikarin weke rêbiran bikevin avahiyên HDPê
    Etîketan:
    encam, pevçûn, şer, rewş, helîkopter, HDPê, Abdullah Ocalan, Selahattin Demirtaş, Wan, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de