19:20 19 Hezîran 2018
Fethulah Gulen

Dadgehê dest danî ser malê Fethullah Gulen û Akin Ipek

Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Dewletê dest da ser mal û milkê Fethûllah Gulen û Akin Îpek.

Navenda Nûçeyan — Dadgeha Ceza ya Enqereyê ya ku wê ‘doza siwanê' ya ji ber FETO/PDYê di derbarê 73 kesan de hatiye vekirin bimeşîne, Fethullah Gulen û Akin Îpek jî di nav de di derbarê 65 kesên firarî biryar da ku dest bide ser malên wan.

Li gorî agahiyên hatin bidest xistin, hat diyar kirin ku li gorî xala 248emîn a Qanûna Muhakeme ya Cezayê biryar hat dayîn ku dest bide ser malên bersûcên firarî yên wê dozê.

Hat diyarkirin ku biryara di derbarê destdayîna ser malên wan bersûcan de ji bo wezaret û saziyên fermî yên hewce hatiye şandin. Dadgehê ji bo mal û milkê 7 bersûcên dozê jî biryara tevdîrê da. Herwiha dadgehê li gel Fethullah Gulen û Akin İpek dest danî ser mal û milkê kesên wek Ekrem Dumanli, Naci Tosun, Abdullah Aymaz, Onder Aytaç wan jî.

Bi heman mijarî:

Kalin di derbarê îadekirina Gulen de got: Em ne tolhildanê, em edaletê dixwazin
Hevdîtinên ji bo îade kirina Gulen bidawî bûn
Amerîka derbarê îade kirina Gulen de daxuyanî da
Heyeta Amerîkayê li Tirkiyeyê ye û ji bo îadekirina Gulen dest bi hevdîtinan kir
Televizyona Siûdiyê roportaja Gulen ji malpera xwe rakir
Etîketan:
dest danîn ser, mal, FETO, Dadgeha Ceza ya Enqereyê, Qanûna Mûhakeme ya Cezayê, Abdullah Aymaz, Onder aytaç, Ekrem Dumanli, Akin İpek, Fethullah Gulen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de