15:40 24 Hezîran 2018
Alaya HDP

Ji parlementerên HDPê yê Rihayê re jî zerfên bi guman hatin şandin

© Foto : Gulnush Ergul
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku ji avahiya HDPê ya Riha û Êlihê re zerfên bi guman hatine şandin.

Riha -  Hinekî nediyar zerfeke ku li ser navê parlementerên HDPê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, Dîlek Ocalan û Osman Baydemîr li ser bûn, şandin avahiya HDPê ya Rihayê. Li ser vê yekê xebatkarên HDPê yê Rihayê gilî li polêsan kirin. Polêsên ku hatin cihê bûyerê bo hin lêkolînan li ser zerfê bikin, zerfê bi xwe re birin midûriyeta ewlekariyê.

Li gorî çavkaniyên herêmî heman cure zerf bi heman rêyê ji îro HDP ya Êlihê re jî hatiye şandin.

Parlementerê HDPê yê Rihayê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku zerf ji aliyê ciwanekî 18-19 salî ve hatiye şandin û li ser zerfê tu nav û adres jî nîne.

Bîlgen destnîşan kir ku ev bûyerên bi vî rengî nîşan dide ku hemû xebatkar û parlementerên HDPê di bine talûkeyê mezin de ne û wiha pê de çû: ‘Em ê taqîbata vî tiştî bikin da ku em berpirsiyaran bibînin. Berpirsiyarê hemû tiştên ku îro diqewim in AKP ye.'

Duh jî zerfên bi guman de ku navê Serokê PKKê Abdullah Ocalan, Endamê Komîteya Rêveberî ya PKKê Murat Karayilan, Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş û navên parlemeneterên Wanê yên HDPê hatiye nivisîn,  hatibû şandin avahiyên HDPê yên Mûş û Wanê.

Bi heman mijarî:

Parlementerê HDPê Dogan: Divê Serok Barzanî rola xwe bilîze
Şandeyeke HDPê serdana Herêma Kurdistanê dike
Walîtiyê mitînga HDPê ya li Rihayê qedexe kir
Rêvebirê HDPê hate girtin
Hevseroka HDPê ya Kadikoyê hate desteserkirin
HDPê ji bo operasyona Cerablusê: Ne li dijî DAIŞê, lê li dijî kurdan e
Etîketan:
metirsî, tehdît, guman, zerfên nasnameyên wan nediyar, parlemeneterên hdp yên rihayê, ayhan bîlgen, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de