18:14 25 Sibat 2018
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan û Beşar Esad

    Pûtîn, dê Erdogan û Esad li Moskovayê bîne cem hev

    © AFP 2018/ IBRAHIM USTA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya El Safir a Libnanî îdîa kir ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad wê li Moskovayê bicivin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî rojnameya El Safir a Libnanî ku di hejmara xwe ya îro de îdîa kir Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi organîzeyekê wê Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan û Serokê Sûriyeyê Esad li Moskovayê bÎne cem hev.

    Li gorî nûçeya rojnameyê, amadehiyên hevdîtina Erdogan û Esad di 9ê Tebaxê de di zîrveya Pûtîn û Erdogan a li bajarê Saint Ptersburgê de hat danîn. Serokê Buroya Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyeyê Ali Memluk wê serdana Moskovayê bike û piştî serdanê roja sêşemê Memluk wê dîroka hevdîtina Pûtîn- ErdoganEsad diyar bike.

    Hakan Fidan wê here Şamê

    Ji aliyê din ve li gorî nûçeya El Safirê ku dispêrê çend çavkaniyên cuda û îdîa kir ku Şêwirmendê MÎTê Hakan Fidan di navbera 10 û 15ê Îlonê de wê serdana paytextê Sûriyeyê Şamê bike.

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: Di navbera Esad û Pûtîn de ti hevdîtinek nepen nehatiye kirin
    Esad: "Têkiliya min û Pûtîn ji dil e, ew mirovekî durist e"
    Esad:'Siyasetmedarê ewropî tucarî Rûsya û Pûtîn fêhm nakin'
    Pûtîn û Esad bi rêya telefonê axivîn
    Pûtîn: Em amade ne ku hem bi Amerîkayê re hem jî bi Esad re bixebitin
    Etîketan:
    Hevdîtina Pûtîn. Erdogan û Esad, Serokê Buroya Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyeyê, rojnameya El Safir a Libnanî, Hakan Fidan, Ali Memluk, Beşar Esad, Recep Tayyip Erdogan, Vladimîr Pûtîn, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de