06:33 18 Hezîran 2018
Alaya TEV-DEM û YPGê

TEV-DEM derbarê operasyona Cerablûsê de daxuyanî da

© Foto: Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

TEV-DEM daxuyand ku Tirkiye bi operasyona Cerablûsê, dixwaze ku vîna gelên herêmê bişkîne û dawiyê li şoreşa Rojava bîne.

Navenda nûçeyan - Saziya Rêvebiriya TEV-DEMê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek da operasyona Cerablûsê ya ku ji aliyê dewleta tirk ve tê meşandin.
Di daxuyaniyê de operasyona Cerablûsê weke dagirkeriyê hate binavkirin û hate gotin ku Tirkiye bi vê operasyonê armanc dike ku vîna gelê kurd, ereb, sûryan û tirkmenan bişkîne û dawiyê li şereşa Rojava bîne.
Hate gotin ku Tirkiye hemû rêzik û mafan bin pê dike û di çarçoveya operasyonan de heta niha bi dehan sivîl qetil kiriye.

‘TIRKIYE WÊ NIKARIBE KOBANÊ DAGIR BIKE'

Di dewamiya daxuyaniyê de behsa êrişên artêşa tirk yên li ser gelê Kobanê hate kirin û hate gotin ku Tirkiye bi van êrişan dixwaze li Kobanê bicih bibe û wiha hate gotin: ‘Tirkiye piştevaniya DAIŞê dike vê yekê êdî hemû cîhan dizane. Lê hemû cîhan gelê kurd yên di şerê AKP-DAIŞê de şehîd ketine jî baş nas dike. Bi hezaran şehîd hevkariya AKP-DAIŞê têk birin. Ji niha û pê de jî dewleta tirk wê nikaribe xaka Kobanê dagir bike. Gelê Kobanê bi hemû vîn û hêza xwe wê li ber xwe bide.'
Di daxuyaniyê de hate amaje kirin ku Tirkiye bi awayekî derqanûnî kete xaka Sûriyeyê û hedefa wê jî gelê Kurd û Sûriyeyê ye.

Bi heman mijarî:

TEV-DEM gelê Şehbayê li hember komkujiyan hişyar kir
TEV-DEM: Li Rojava dewleta tirk piştgiriya êrişên xwekujiyê dike
TEV-DEM: 'Divê civaka navneteweyî ji Tirkiyayê hesab bipirse'
TEV-DEM: ‘Erdogan cardin li Cizîrê komkujiyê pêk tîne'
TEV-DEM: 'Dewleta tirk ne li bendê bû ku destwerdana Rûsya di vê astê de be'
TEV-DEM: 'Tirkiya dîsa li pey provakasyonekê ye'
Etîketan:
tev-dem, operasyona cerablûsê, dagirkerî, şervanên kurd, hêzên tirk, daxuyanî, êriş, rojava, sûriye, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de