21:20 18 Sibat 2018
Zindî
    Mudamiye

    Li Waerê agirbest hate ragihandin

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî agirbesta li Derayê niha li taxa Waer a Humsê jî di navbera artêşa Sûriyê û komên muxalif de peyman hate ragihandin. Muxalifan çekên xwe danîn û bi malbatên xwe ve ji herêmê derketin.

    Hums — Berdevkê Wezareta Lihevhatina Netewî yê Sûriyê Muhammed El Omri ji Sputnikê re axivî û aşkere kir ku li taxa Waerê ya bajarê Humsê di navbera muxalifan û artêşê de agirbest hatiye îlankirin. Omri diyar kir ku piştî agirbestê muxalifan ji herêmê derketine û kesên ku agirbest qebûl nekirine jî ji bo zerar negihêje sivîlan pêşniyar ji wan re hatiye kirin ku biçin deverên din. Lê ji bo wê jî divê çekên giran deynin.

    Omrî got: "Agirbest encama pêşketinên artêşa Sûriyê ne. Di encamê de tenê yek rêyek milîtanan dimîne, ew jî berdana çekan û derketina ji qada şer e. Artêşa Sûriyê sivîlan diparêze."

    SIVÎLAN DEST BI DERKETINA JI MUDAMIYÊ DIKIN

    Di vê navberê de piştî Derayê li bajaroka Mudamiyê ya Xutaya Rojava gotûbêjên bi milîtanan re bidawî bûn. Li gorî nûçeya Reutersê ji televizyona dewlet a Sûriyê SANAyê ragihandiye, sivîlan dest bi derketina ji Mudamiyê kirine. SANAyê diyar kir ku wê ev malbat li Şamê li herêmeke demkî bên bicîkirin.

    Rayedarekî leşkerî yê artêşa Sûriyê ji El Masdarê re diyar kir k lijneyek ji hikûmeta Şamê ji bo derbarê şertên peymanê vê sibê çû Mudamiyê. Heman çavkaniyî aşkere kir ku muxalif heta tevahiya bajarok teslîm nebe berdana çekên giran ret dikin.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê: Em û DYAyê bi çend gavan dûrî agirbesta li Helebê ne
    Ji bo agirbesta herêma Helebê banga lezgîn
    Kremlîm: Agirbesta li Helebê ji bo krîza Sûriyayê gavek ereniye
    Rûsya: Em hewil didin herêma agirbesta li Sûriyeyê berfirehtir bikin
    Kerry: Em hewil didin agirbesta li Sûriyeyê bidin domandin
    Etîketan:
    agirbest, artêşa Sûriyê, El Masdar, Sputnik, Wezareta Lihevhatina Netewî yê Sûriyê, SANA, Muhammed El Omri, Şam, Xutaya Rojava, Sûriye, taxa Waerê, Dera, Hums, Mudamiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de