16:34 25 Hezîran 2018
Cerablus

Armanca operasyona Tirkiye ya Cerablusê dest xurtkirin e

© REUTERS /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hîndekarê Zanîngeha Sabanciyê Bulent Aras di gotara xwe ya kovara National Interestê de ragihand ku armanca operasyona Tirkiye ya Cerablusê dest xurtkirin e.

Navenda Nûçeyan — Hîndekarê Zanîngeha Sabanciyê Bulent Aras di gotara xwe ya kovara National Interestê de ragihand ku armanca operasyona Tirkiye ya Cerablusê dest xurtkirin e. Gelek pisporên siyasî vê operasyona Tirkiye ya Cerablusê wekî armanca pêşgirtina kurdan dinirxînin.

Bulent Aras di berdewamiya gotara xwe de got: "Di nava 5 salên dawî de hedefên Tirkiye yên krîza Sûriyeyê bi awayekî cidî guherînin. Enqere niha dixwaze di mijara çûna Esad û têkiliya jeostratejîk a bi Îran û Rûsyayê de û her wiha di maseya mûzakereyan a piştî şerê Sûriyeyê de dixwaze rola xwe xurt bike."

Metirsiya Tirkiyeyê ya herî mezin pêşketinên PYDê ne

Zanistê siyasî Fuad Shabbazov jî gotara xwe ya rojnameya Jeruselam Postê de got: "Enqere armanca xwe ya sereke ku kete nava Sûriyeyê eşkere nake, lê metirsiya wê ya herî mezin bi piştgiriya Amerîkayê pêşketinên PYDê ye.

Bi heman mijarî:

Çavuşoglu, di derbarê operasyona Cerablusê de agahî dane Lavrov
Karkamişî bi rizgarkirina Cerablusê kêfxweş bûn
Tirkiyê wesayitên bi zirx û tang şandin Cerablusê
Leşkerên li Cerablusê birîndar bûbûn, anîn Dîlokê
Muxalîfê Sûriyayê ku beşdarî operasyona Cerablusê bû: Hemû kes li pey berjewendiyê xwe ne
‘Operasyona Cerablusê ya Tirkiyê pozisyona Rûsyayê lawaz nake'
Etîketan:
rojnameya Jeruselam Postê, kovara National Interestê, Hîndekarê Zanîngeha Sabanciyê, Fuad Shabbazov, Bulent Aras, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de