10:46 22 Hezîran 2018
karkerê Amedî Mehmet Aytaç

Karkerê kurd hat şewitandin

fb
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Karkerê kurd Mehmet Aytaç (36) yê ji Amedê ku li înşaeta balafirxaneya 3emîn ya Stenbolê de dixebitî, ji aliyê hevalê xwe hate şewitandin.

Stenbol - Hat zanîn ku karkerê kurd Mehmet Aytaç yê xwedî 2 zarok ku di înşaeta balafirxaneya 3emîn ya Stenbolê kar dikir, ji aliyê hevalê xwe hate şewitandin. Bira Suphî Aytaç îdiakir ku birayê wî rastî êrişeke faşist hatiye û di encamê de hatiye şewitandin.
Sûphî Aytaç destnîşan kir ku birayê wî Mehmet Aytaç lê geriyaye gotiye ku wî bi hevalê xwe yê bi hevre dimînin re şer kiriye  wiha got: ‘Bi qasî 2 hefte Mehmet li mi geriya got min û hevalê xwe yê ku em li heman jûreyê dimînin me şer kiriye. Ji ber ku ez kurd im cudakariyê dikin. Ez li vir qet nerehetim.'

Li gorî agahiyên Sûphî Aytaç, dema ku Mehmet li odeya xwe razayî bû derî li ser wî girtin û bi qasî 6 lître benzin bi ser wî de rijandine û wî şewitandine.

Sûphî aytaç dibêje bûyer ji ber ji ber pevçûneke siyasî rû daye û bang li dewletê kir ku kujerê birayê wî bibîne û siza bike.

 

Bi heman mijarî:

Altan Tan: Siyaseta Tirkiyeyê jî siyaseta Kurd jî şaş bû
Saziyên kurd yên li Rûsyayê banga ‘Rojava' li Rûsyayê kirin!
Nivîskarê Daily Telegraphê: Kurd li Iraq û Sûriyeyê bingeha dewleteke Kurdî amade dike
Komela Îslamî: Nabe Kurd beşdarî pîlanên li dijî xwe bibin
Şervanên kurd li Minbicê êrişa DAIŞê têk birin: 6 kuştî
Tirkan êrîşî karkerên kurd ên bi kurdî diaxivîn kir
Etîketan:
karkerî, dermirovahî, hovîtî, şewitandin, nîjadperestên tirk, karkerên kurd, suphi aytaç, mehmet aytaç, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de