18:44 26 Gulan 2018
artêşa tirk-leşkerên tirk-rojava-sînor

Mala Êzidiyan operasyona dewleta tirk şermezar kir

© Foto: ANHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Mala Êzidiyan ya Amûdê operasyona Cerablûsê ya ku ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin û qedexeya li ser Serokê PKKê Abdullah Ocalan hatin şermezar kirin.

Navenda nûçeyan - Mala Êzdiyan ya li Amûdê kiryar û operasyonên artêşa tirk yên li hember Rojava û Sûriyeyê  û qedexeya li ser Ocalan bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.
Di daxuyaniyê operasyona Cerablûsê wek binpêkirina hurmeta serweriya Sûriyeyê hate binavkirin û kiryarên dewleta Tirk a di xaka Cerablusê de û pêkanîna  komkujiyan derheqê sivîlan de bi tundî hate şermezarkirin.

Hate gotin ku dagirkirina Cerablusê berdewama xewna pêkanîna Împeretoriya Osmaniyan e, armanc jî têkbirina vîna gelên azad û jiyana hevbeş a di navbera Kurd, Ereb û Suryanan de ye.

QEDEXEYA LI SER OCALAN HATE ŞERMEZARKIRIN

Herwiha qedexeya li ser Ocalan ya ji destpêka Nîsana sala 2015an û heta îro jî hate şermezarkirin û wiha hate gotin: ‘Em bang li welatên têkildar û rêxistsinên navnetewî û hiqûqî dikin ku destwerdanê bikin û dawî li van kiryarên Tirkiyeyê bînin.'

Bi heman mijarî:

‘Dema ku em ketin Cerablûsê bajar vala bû'
Meclisa Leşkerî ya Cerablûsê: DYA herêmeke tampon ava kir
MSDê operasyona Cerablûsê şermezar kir û bang li hêzên navnetewî kir
TEV-DEMê operasyona Cerablûsê protesto kir
Ji Hûlûsî Akar daxuyaniya Cerablûsê
Artêşa Azad: Em piştgiriya Meclisa Leşkerî ya Cerablûsê dikin
Li Cerablûsê şer: Leşkerek tirk hate kuştin 2 jî birîndar bûn
Etîketan:
artêşa tirk, roajava, daiş, şer, qedexeya li ser ocalan, şermezarkirina êrişan, mala êzidîyan, mala êzidiyan a amûdê, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de