16:34 22 Hezîran 2018
Îraq-Heşda Şeibî

Li Selahadînê 50 çekdarên Heşdî Şebî hatin kuştin

© AFP 2018 / Mohammed Sawaf
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin li herêma Selahaddînê ku dikeve bakurê Bexdayê di navbera çekdarên Heşdî Şebî û terorîstên DAIŞê de şerekî pir dijwar qewimî. Di encama şerî de 50 çekdarên Heşdî Şebî hatin kuştin.

Selahaddîn — Li gorî zanyariyên berdest milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê bi hêzeke giran êrişî çeperên Heşdî Şebî yên herêma Selahaddînê ku dikeve bakûrê Bexdayê kirin. Di şer û pevçûnên de herî kêm 50 çekdarên milîs ên Heşdî Şebî û leşkerên Artêşa Iraqê hatin kuştin.

Li gorî nûçeya çapemeniya Iraqê, îro berê sibehê milîtanên DAIŞê êrîş kirin ser hejmarek navçeyên başûrê parêzgeha Selahedînê ku dikeve bakûrê Bexdayê. Li gorî gotinên heman çavkaniyên ewlehiyê, zêdetir ji 50 çekdarên Heşdî Şebî û hêzên Iraqê li navçeya Muteybîceyê hatine kuştin.

Piştî êrişa DAIŞê hêzekî zêde yên Iraqê bi piştîwaniya balefirên şer ên Iraqê gihîştin herêmê û DAIŞî bombebaran kirin.

Bi heman mijarî:

Malikî: Beşdarbûna Heşdî Şeibî di operasyona Mûsilê de giring e
Lîsteya reş: PKK, YPG, Heşdî Şeibî, Artêşa Azad...
Milîsên Heşdî Şebî li Fellûceyê camî û avahiyên welatiyan dişewitînin
Serokê Heşdî Şebî Hadî Amirî gef li sunişyan xwar in
Sair Beyatî: "Heşdî Şebî 50 dîl kuştin"
Etîketan:
Çekdarên Heşdî Şebî, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de