06:08 22 Sibat 2018
Zindî
    Binali Yildirim

    Yildirim: " Me pêvajoya çareseriyê qedandiye"

    © Foto: AA/ Utku Uçrak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ji bo nirxandina sed rojiya hikumetê daxuyaniyekê dide. Yildirim di axaftina xwe de ragihand ku wan pêvajoya çareseriyê qedandiye.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ji bo nirxandina sed rojiya hikumetê daxuyaniyekê dide.

    Serokwezîr Binali Yildirim di axaftina xwe ya sed rojiya hikumetê de behsa nîqaşên pêvajoya çareseriyê jî kir û ragihand ku tu pêvajoya çareserî mareserî tuneye, çareserî li cem gel e. Wan ev fersend ji dest berda.

    Di axaftina Yildirim de xalên girîng ku derketin pêş wiha ne:

    *Di parastina ewlehiya navxweyî wê tavîz neyên dayîn, hetanî ewlehiya can û malê hemwelatiyan were sazkirin dê operasyon berdewam bin.

    *Em ê daviya vê hefteyê roja yekşemê bernameyeke geşepêdana ekonomîk a nû têxin meriyetê.

    *Avahiyên welatiyan ku di dema operayonan de hilweşiyane em ê ji nû ve çêbikin û di nava salekê de biqedînin. Nêzî 10 milyar dolarî zirar dan, di nava 3 salan de em ê vî zirarî ji holê rakin.

    *Dİ dema operasyonan de hejmara madeyên hişber ku hatiye bidestxistin derdora 4 milyar dolarî ye.

    Em ê têkiliyên xwe bi Misir û Sûriyeyê re jî rast bikin

    *Em li tax û sûkan derbasî pergala notirvaniyê dibin.

    *Ketina nava axa Tirkiyeyê ji bo 52 hezar DAIŞiyan hate qedexekirin.

    *Şaredariyên ku tevlî karên terorî bibin, em ê qeyuman tayîn bikin.

    *Bi Rûsyayê re pêwendiyên me normalîze bûn û ji bo ku bi Misir û Sûriyeyê re jî ev têkilî werin danîn Tirkiye bi awayekî cidî dest bi hewldanan kir.

    Bi heman mijarî:

    Serokê PEyê Schulz û Binali Yildirim civîna hevbeş lidar dixin
    Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim diçe Amedê
    Serokwezîrê Tirkiyeyê Yildirim bi Şahê Bahreynê El Xelîfe re hat cem hevdu
    Yildirim: Me li hemberî hemû rexistinên terorê şer daye destpêkirin
    Yildirim: Em pêkhatina kurd qebûl nakin
    Etîketan:
    Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de