12:14 23 Gulan 2018
    rojava-sînor-çalakî-bombeya gazê-êriş-çalakî-artêşa tirk-kobanî

    Artêşa tirk êrişî ser gel kir: Ciwanekî 17 salî hate kuştin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku leşkerên girêdayî artêşa tirk êriş birin ser, gelê Kobanê yên ku li ser sînor lêkirina dîwaran protesto dikirin.

    Kobanê — Li gorî zanyariyên li ser ANHAyê hatine bidestxistin, artêşa tirk bi bombeya gazê û ava şid êrişî ser çalakvanên li ser sînor kiriye ku di encamê de ciwanekî 17 salî hate kuştin û  40 kes jî birîndar bûn.   
    Kesên birîndar bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya Kobanê.

    'TIRKIYE XAKA ME DAGIR DIKE'

    Ji aliyê din Wezîrê Parastinê yê Kobaniyê Îsmet Şêx Hesen ji spûtnîkê re ragihand ku Tirkiye dixwaze li ser sînorên Kobanê dîwaran lêke, lê gelê Kobanê vê yekê naxwazin û lewma jî çalakiyan lidar dixin.

    Şêx Hesen amaje kir ku artêşa tirk bi ava şid û gaza bombeye êrişî ser gelê sivîl kir û di encamê de gelek kes birînda kirin.

    Şêx Hesen di dewamiya axaftina xwe de wiha axivî: ‘Tirkiye bi lêkirina dîwaran xaka me dagir dike. Em vê yekê qebûl nakin lewma jî em wê protesto dikin. Ji serê hefteyekê ye em li ser sînor Tirkiyeyê me konê daniye û em protestoyan dikin.'

    Hat ragihandin ku êrişa leşkeren hêj berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    AA: DYAyê artêşa tirk xist nava xetereyeke mezin
    Artêşa tirk li ser sînor qereqolên gerok datîne
    Artêşa tirk: Derbe li tankek me ket, gelek leşker birîndar in
    YPJ: Şervanên me ji aliyê artêşa Tirk ve dîl nehatin girtin
    Artêşa tirk piştî êrişa li Kilisê daxuyanî da
    Artêşa Tirk: 10 gundên din ji terorîstan hatin paqijkirin
    Etîketan:
    artêa tirk, dilnexwazî, kobanî, şervanên kurd, gelê kurd, êriş, rojava, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de