02:25 18 Sibat 2018
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Em ê nehêlin korîdoreke terorê li ser sînorê me çêbibe

    © Foto: AA/ Yasin Bülbül
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ragihand ku ew ê razî nebin ku “korîdoreke terorê” li başûrê Tirkiyeyê çêbibe û teqez kir ku ew ê mijara terorê bîne lûtkeya G20ê.

    Navenda Nûçeyan — Erdoganî diyar kir ku li lûtkeya G20ê ya Hangzhouyê bê lidarxistin, ew ê behsa terorê bike ku tehdîdê li ser istiqrar, aborî û aştiyê dike û wiha got: "Bi vê boneyê em ê bendewariyên xwe ji muxatebên xwe re bibêjin li ser wan rêxsitinên terorê yên FETO, DHKP-C, PKK, PYD, YPG û DAIŞ ku welatê me li dijî wan şer dike".

    Herwiha serokkomarê Tirkiyeyê îdia kir ku armanca operasyona Mertalê Firatê jinavbirina tehdîda terorê li ser Tirkiye û welatiyên wê ye û wiha dewam kir: "Bila ti kes hêvî neke ku em qebûl bikin, li sînorê me yê başûr korîdoreke terorê bê avakirin. Teqez em ê nehêlin li bakurê Sûriyeyê, li bakurê me, korîdoreke terorê çêbibe. Bila ev baş bê zanîn.

    "CERABLUSÎ, DIKEVIN CERABLUSÊ"
    Em neçar mane, ku pişta xwe bi xwe bixurînin. Ji ber her ku em disekinin, mixabin hinek ji wê derê her welatê me bombebaran dikin û moşekan diavêjin û tiştên wek wan dikin… Nê pêkan e ku em tehemula tiştekî wiha bikin. Lê ji xwe em nakevin Cerablusê, cerablusî dikeve Cerablusê, em tenê piştgiriya lojîstÎk didin wan."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Meclîsa Leşkerî ya Cerablus: Agirbest demkî ye lê em dagirkeriya Tirkiyeyê napejirînin
    Cerablus - Li dijî DAIŞê 25 operasyon 60 kuştî
    Tabûra Ehrar Cerablus tev li HSDê bû
    Erdogan: Emê bi welatên hevpeyman re xeta Cerablus-Behra Sipî herêma bi ewle ava bikin.
    Karkamişî bi rizgarkirina Cerablusê kêfxweş bûn
    Tirkiyê wesayitên bi zirx û tang şandin Cerablusê
    Etîketan:
    PKK, DAIŞ, YPG, PYD, FETO, Recep Tayyip Erdogan, ÇÎn, Cerablus, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de