11:52 27 Nîsan 2018
    yat-yekîneyên antî teror-ypg-dîlgirtî-terorîst

    ‘Dema ku em ketin Cerablûsê bajar vala bû'

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Terorîstên Lîwaya Sûltan Mûrad yên ku ji aliyê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ve hatin dîlgirtin, daxuyaniyên ecêb dan û gelek îdia avêtin holê.

    Navenda nûçeyan - Terorîstên bi navên Ehmed Mehemed Casim û Elî Mehemed Ehmed derbarê operasyona Cerablûs û hevkariya xwe ya bi artêşa tirk re hin daxuyanî dan.
    Li gorî agahiyên li ser ANHAyê hatine belavkirin terorîstan îdia kirin ku DAIŞ û artêşa tirk operasyona Cerablûsê bi awayekî hevpar lidarxistine û wan jî bo şerê kurdan bikin xapandine.

    'JI XWE BI PEREYAN LI ELEMANAN DIGERIN'

    Terorîstê bi navê Ehmed Mehemed Casim, eşkere kir ku dema ku ew li herêma Xan Şêxunê bûn hevalekî wî hatiye ba wî û ji wî re gotiye ku: ‘Em herin gundên bakurê Helebê û li wê derê beşdarî refên DAIŞê bibin. DAIŞê 200 dolaran dide kesên ku beşdarî refên wan dibin.'

    ‘DEMA KU EM KETIN CERABLÛSÊ ME DÎT KU BAJAR VALA YE'

    Casim, îdiakir ku Tirkiye û DAIŞ li ser Cerablûsê li ser planeke hevpar lihev kirine û wiha pê de çû: ‘Beriya niha jî gotibûn ku ‘herin Cerablûsê û şerê DAIŞ û kurdan bikin. Lê dema ku em ketin nava Cerablûsê me dît ku bajar vala ye.'

    ‘ME BI TIRKAN RE ÎŞKENCE LI KURDAN KIR'

    Casim derbarê 4 şervanên YPGê yên ku dema ku diçûn alîkariya sivîlên gundê El Kûsayê hatin dîlgirtin de jî hin agahî da. Casim amaje kir ku ew jî di nava ew koma ku şervanên YPGê dîlgirtin de bû û wiha pê de çû: ‘Em ketibûn gûndekî. Li wê derê çendek kurd hebûn ku rêya xwe winda kiribûn. Me wan girt û gelek îşkence li wan kirin.  Paşê tirkan wan ji me standin. Wan jî cilên wan ji wan kirin û îşkence li wan kirin û paşê wan bi xwe re birin.'

    ‘BILA KESEK NEXAPE'

    Casim îdiakir ku tirk bo ku ew şerê kurdan bikin wan bi pereyan dixapînin. Casîm diyar kir ku ew gelekî poşman û got bila kesek nexape û nekeve kemîna tirkan.

    ‘EM DERBASÎ TIRKIYEYÊ BÛN…'

    Terorîstê din yê bi avê Elî Mehemed Ehmed jî wiha got: ‘ Ez cotkar im. Ji ser Atmêyê çûm Tirkiye û ji wir jî derbasî Cerablûsê bûm. Me bi 200 dolaran xapandin. Em ji bo pereyan beşdarî şer bûn. ‘

    Ehmed diyar kir ku ew li Tirkiyeyê hatin perwerdekirin û li wê derê çek dane wan û piştre bi alîkariya balafran ew derbasî Cerablûsê bûne.

    Bi heman mijarî:

    Meclisa Leşkerî ya Cerablûsê: DYA herêmeke tampon ava kir
    MSDê operasyona Cerablûsê şermezar kir û bang li hêzên navnetewî kir
    TEV-DEMê operasyona Cerablûsê protesto kir
    Ji Hûlûsî Akar daxuyaniya Cerablûsê
    Artêşa Azad: Em piştgiriya Meclisa Leşkerî ya Cerablûsê dikin
    Li Cerablûsê şer: Leşkerek tirk hate kuştin 2 jî birîndar bûn
    Etîketan:
    xapandina bi pereyan, yat, cerablûs, şervanên ypgê, daiş, şer, artêşa tirk, rojava, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de