15:40 25 Gulan 2018
teqîn-sînor-daiş-cerablûs-operasyon-

Şer li Şehbayê giran dibe

© AFP 2018/ BULENT KILIC
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li herêma Şehbayê di navbera Ceyş El-Siwar/Meclîsa Leşkerî ya Babê/Tûgaya El-Şîmal El-Demokratî û terorîstên DAIŞê de şerên giran diqewime.

Şehba - Li gorî zanyariyên li ser malpera ANHAyê hatine bidestxistin, li gundên Til Qerrah, Herbil, Um El-Hoş û Um El-Qura di navbera Ceyş El-Siwar/Meclîsa Leşkerî ya Babê/Tûgaya El-Şîmal El-Demokratî û terorîstên DAIŞê de şer diqewime.  Terorîstên DAIŞê piştî ku li van herêman têk çûn dest bi êrişan kirin.

Çekdarên Ceyş El-Siwar duh bi piştgiriya Meclîsa Leşkerî ya Babê û Tûgaya El-Şemal El-Demokratî, gundên Um El-Qura û Um El-Hoş ji DAIŞê rizgar kirin.

Derbarê encamên şer de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Bi heman mijarî:

Gelê Qamişloyê êrişên li ser Şehbayê protesto kirin
Asya Abdullah: Metirsiya komkujiyê li herêma Şehbayê heye
TEV-DEM gelê Şehbayê li hember komkujiyan hişyar kir
Li Şehbayê teqîn: Bav û kur birîndar bûn
Hejmara koçberên Şehbayê gihişte 11 hezaran
Etîketan:
Tûgaya El-Şemal El-Demokratî, Meclîsa Leşkerî ya Babê, daiş, şer, êriş, rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de