18:33 17 Tebax 2017
Zindî
    leşkerên tirk-tirk

    Leşkerên Tirkiyeyê bi hev ketin: 10 birîndar

    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 181 0 0

    Li parêzgeha Karabukê ya Tirkiyeyê leşker bi hev ketin û di encamê de 10 leşker birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li navçeya Safranboluyê ya girêdayî parêzgeha Karabukê ya Tirkiyeyê ku li herêma Deryaya Reş dikeve, di navbera leşkerên Tirkiyeyê de şer derket.

    Hat ragihandin, ku şer û pevçûn li Lîwaya 125ê ya Perwerdehiya Cendirmeyên Tirkiyeyê di navbera 30 leşkeran de derketiye û di encamê de 10 leşker birîndar bûne û birînên leşkerekî giran e.

    Piştî pevçûnê leşkerên birîndar bo Nexweşxaneya Safranboluyê hatine veguhastin.

    Waliyê Karabukê Mehmet Aktaş derbarê bûyerê de ragihand ku şer di navbera 2 komên leşkeran de qewimiye.

    Herwiha Mehmet Aktaş daye xuyakirin, şer û pevçûn ji ber wê yekê derketiye, dema ku leşkerek ji bêhnvedanê û ji mal vedigere, di rewşek serxweş de bûye û bi çend leşkeran de dikeve şer.

    Bi heman mijarî:

    Gelê Kobanê li hember leşkerên tirk barîqat danîn
    Leşkerên tirk, êrişî ser sengera YPGê kirin: Şervanekî YPGê birndar bû
    Leşkerên tirk zarokekî rojavayî kuştin
    Li Colemêrgê di navbera şervanên PKKê û leşkerên Tirk de şer derket
    Leşkerên tirk daristana Şemzînanê dan ber êgir!
    Etîketan:
    Birîndar, Mehmet Aktaş, Safranbolu, Karabuk, Deryaya Reş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de