14:44 23 Tebax 2017
Zindî
    Tabûra Ehrar Cerablus tevlî HSDê bû

    “Agirbest ne bi PYDê re lê bi Meclisa Cerablusê re ye”

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7210

    Rayedarê Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD) Newaf Xelîlî ragihand ku rêkeftina agirbestê, di navbera Meclisa Leşkerî ya Cerablus û Tirkiyeyê de hatiye kirin, lê ne bi hêzên kurdî re hatiye kirin.

    Navenda Nûçeyan — Xelîl bi Spûtnikê re li ser rewşa dawî ya operasyona Tirkiyeyê axivî û got: "Peymana ku bi aliyê Tirkiyeyê re hatiye danîn, ew bi xwe Meclisa Leşkerî ya Cerablus û çoltera wê re bû û li gorî agahiyên ku ji berdevkê meclisê Elî Hacoyî hatine girtin, peyman rê dide Artêşa Tirkiyeyê ku tenê 15 kîlometreyan ji Cerablusê dakeve".

    Ji aliyê din ve, endamê PYDê Rejzan Hebû bi Spûtnikê re axivî û got: "Ev rêkeftin di qonaxa xwe ya destpêkê de ne mayinde ye lê wek rêkeftineke demkî tê dîtin. Eger rêkeftin neyê binpêkirin, diyalog dê dewam bike, wek mînak pevguhertina girtiyan".

    Herwiha Hebdû jî teqez kir ku ev rêkeftin di navbera Meclisa Leşkerî ya Cerablusê û Tirkiyeyê de pêk hatiye lê ne bi PYDê re ye.

    Berdevka Fermandariya Navenda Amerîkayê Jhon Thomas ragihandibû ku Artêşa Tirkiyeyê û hêzên kurd li ser agirbestê li hev kiribû lê rayedarên tirk bi Reutersê re axivî bûn û ev nûçe piştrast nekiribû.

    Bi heman mijarî:

    Muxalîfê Sûriyayê ku beşdarî operasyona Cerablusê bû: Hemû kes li pey berjewendiyê xwe ne
    ‘Operasyona Cerablusê ya Tirkiyê pozisyona Rûsyayê lawaz nake'
    Piştî operasyonê DAIŞî bi cilên sivîl xwe li gundê Cerablusê vedişêrin
    Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê vekişiya başûrê Çemê Sacûr
    Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê: Balafirên tirk bombebaran dikin, sivîl hatin kuştin
    Li çoltera Cerablusê operasyon dewam dike: "30 gund ji destê DAIŞê hat derxistin
    Ji Mislim bo Erdogan: "Eqliyeta Kasimpaşa li Cerablusê qelibî"
    Etîketan:
    Agirbesta Cerablusê, Artêşa Tirkiyeyê, Meclisa Leşkerî ya Cerablusê, HSD, jhon Thomas, Rejzan Hebû, Newaf Xelîl, Amerîka, Tirkiye, Cerablus
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de