02:20 18 Tebax 2017
Zindî
    Tirkiye, DAIŞ û kurd

    P.D.K.S: Cîhan gişt têkiliya Tirkiyeyê bi terorê re dizane

    © AFP 2017/ PATRIK STOLLARZ
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 63 0 0

    Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûriyeyî(P.D.K.S) bi Sputnikê re axivî û teqez kir ku armancên operasyona Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê û îdiayên Erdoganî ti kesî qanî nakin.

    Navenda Nûçeyan — Mehmûdî teqez kir ku cîhan gişt baş dizane bê têkiliya Tirkiyeyê bi terorê re çi ye û tiştê îro dike, tenê hewldaneke ta ku xwe xelas bike û wiha dewam kir: "Herwiha armanca wê ew e ku nehêle Hêzên Sûriyeya Demokratîk terorê li van herêman bi dawî bike. Armanca van pêşkeftinan lêdana pêşkeftina rewşa kurdan li bakurê Sûriyeyê ye. Tirkiye nikare bi awayekî aştiyane kêşeya xwe ya kurdî çareser bike û baş tê zanîn ku kurdên Sûriyeyê bandorê li kurdên Tirkiyeyê dikin lewra hewl dide derbeyekê li kêşeya kurdî li bakurê Sûriyeyê xîne".

    Herwiha serokê P.D.K.Sê diyar kir ku ihtimal heye rêkeftinên herêmî û dewletî hewldana Tirkiyeyê têk bibe û wiha dewam kir: "kurd û pêkhateyên din ên bakurê Sûriyeyê xwedan maf in ku erda xwe biparêzin lewra Tirkiye hewl dide ku kêşeyên xwe yên hundirîn derxîne derve. Guhertinên nû di civata Tirkiyeyê de çêdibin û dibe ku Tirkiye rastî rewşeke dijwar bê".

    "AMERÎKA DÊ KURDAN BI TENÊ NEHÊLE"

    Ji aliyekî din ve, Mehmûdî teqez kir ku Amerîka dê qet bêdeng nemîne eger Tirkiye êrîşî kurdan bike û ji xwe duh nîşanên pêşî yên vî tiştî derketin piştî ku Amerîkayê dilgiraniya xwe li ser hewldanên Tirkiyeyê ragihand û wiha dewam kir: Ev mesele dê 4 Îlonê di civÎna li Çînê de ku di navbera Erdogan û Ewropayê de dê pêk were, ev mesele dê safî bibe."

    Bi heman mijarî:

    Muxalîfê Sûriyayê ku beşdarî operasyona Cerablusê bû: Hemû kes li pey berjewendiyê xwe ne
    ‘Operasyona Cerablusê ya Tirkiyê pozisyona Rûsyayê lawaz nake'
    Piştî operasyonê DAIŞî bi cilên sivîl xwe li gundê Cerablusê vedişêrin
    Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê vekişiya başûrê Çemê Sacûr
    Artêşa tirk îdia dike ku li Cerablusê 25 şervanên YPGê hatin kuştin
    Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê: Balafirên tirk bombebaran dikin, sivîl hatin kuştin
    Etîketan:
    Partiay Demokrat a Kurd a Sûriyeyî, Cemal Mele Mehmûd, Recep Tayyip Erdogan, Amerîka, Ewropa, Bakurê Sûriyeyê, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de