22:37 23 Tebax 2017
Zindî
    Adem Geverî

    Adem Geverî : ''HDP dikare li gorî bendewariyên raya giştî banga agirbestê bike ''

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 116 0 0

    Parlementerê HDPê Adem Geverî got ku ji bo agirbestê PKK jî dewleta tirk jî hazir bin jî ne hazir bin jî wek HDP em dixwazin ew şer, kuştin û teqîn bisekinin. HDP dikare li gorî bendewariyên raya giştî banga agirbestê bike.

    Omer Faruk Baran

    Amed — Parlementerên HDPê sibê li Amedê dicivin. Parlementerê HDPê yê Wanê Adem Geverî li ser civîna rêvebirên HDPê yê sibê taybet ji Sputnik Kurdistanê re axivî û ragihand ku ''Dibe ku HDP 1ê Îlonê, Roja Aştiya Cîhanê banga agirbestê bike.''

    Geverî got ku ''PKK ji xwe bi daxuyaniyan diyar dike ku agirbestê dixwaze. Ji bilî wê raya giştî HDPê mecbûr dike ku ji PKKê agirbestê bixwaze. Bi vê yekê re em dikarin bibêjin ku fersend çêbû HDP rola xwe ya aştiyane bilîze. Sibê jî wê li gor xwesteka raya giştî HDP bangewaziya agirbestê bike. Bi vê bangewaziyê belkî ew şerê ku niha bajarên kurdan têk dibe bisekine.''

    ÎHTÎMAL HEYE LÊ HÊVÎ TUNE

    Geverî destnîşan kir ku herçiqas ew dixwazin agirbest demildest bê ragihandin jî ji ber ku dewleta tirk ketiye Rojavayê hêviyên wan nemane. Geverî got: ''Şer gur e, ne tenê li bakur li bajarên kurdan, li Rojava jî şerekî gur heye. Hêviya agirbestê hebû lê ku dewleta tirk kete Rojavayê ew hêvî mir. A rast, PKK jî dewleta tirk jî dixwaze agirbest hebe lê herdu alî jî ne hazir in. Bes hazir bin jî ne hazir bin jî ne xema ye, wek HDP em dixwazin ew şer, kuştin û teqîn bisekinin.''

     

    Bi heman mijarî:

    AKP-CHP-MHP: Bila HDP têkiliyên xwe bi PKKê qut bike
    Hevserokê berê yê HDP û DBPê hatin girtin
    HDP pirsa sedema betalkirina pasaportan li Meclisê re kir
    Polîsan li Colemêrgê êrîşê konê HDP û DBPê kirin
    Parlementerê HDP bangî PKK û dewletê kir: Li muzakereyan vegerin
    PSK: ‘Ne HDP, PKK têk çû!'
    FLAŞ ÎDIA - HDP: 'PKK dê heta çend rojan agirbestê ragihîne'
    Etîketan:
    şer, agirbest, PKK, HDP, Adem Geverî, Amed, Tirkiye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de