12:21 19 Tebax 2017
Zindî
    akkuyu-santrala nûkleer

    'Devjêberdana yekalî ya ji Santrala Nûkleer ya Akkuyuyê, wê zerarê bide îmaja Rûsyayê'

    © Foto: akkunpp.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 410

    Saziya Enerjiya Nûkleer ya Dewleta Rûsyayê (Rosatom), diyar kir ku dema ku Rûsya destê xwe ji avakirina Santrala Nûkleer ya Akkuyuyê bikşîne wê îmaja xwe xerab bike.

    Navenda nûçeyan — Parlementerê Partiya Komunîst ya Rûsyayê Sergey Obuhov, beriya niha bi demekê ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîr Medvedev re nameyek şandibû û xwetibû ku Rûsya projeyên demdirêj yên wekî Herka Tirk û Santrala Nûkleer ya Akkuyuyê yên ku wê li Tirkiyeyê bêne çêkirin betal bikin.

    Midûrê Gelemper yê Rosatomê Kirill Komarov bersiva nameya Obuhov da û got: ‘ Devjêberdana yekalî ya ji Santrala Nûkleer ya Akkuyuyê, wê têsîreke neyînî li ser îmaja Rûsyayê bike. Herwiha wê welatên din naxwazin ku bi me re projeyên wiha çêbikin.'

    ‘MILÊ DUYEM YA HERKA TIRK WÊ BÊ NIRXANDIN'

    Kamarov derbarê mijara Herka Tirk de jî diyar kir ku muzakreyên bi Tirkiyeyê re jinûve hatine destpêkirin û wê derbarê pêvajoya avakirina milê duyem ya projeyê de hevdîtinan bikin.
    Dema ku hevdîtin bi awayekî erênî encam bidin, wê ji Ewrûpaya Rojhilatê Başûr re hin xaza din bê şandin.

    Bi heman mijarî:

    Gazpromê kapasîteya gaza xwezayî ya Herka Tirk bi qasî nîvî daxist.
    Gazprom: "Ji bo Herka Tirkî wê grûba xebatê were avakirin"
    Gazprom: Divê Komisyona Ewropayê pêdiviya Herikîna Tirkî bi nivîskî bipejirîne
    Gazprom: Turk Akimi ji bo fînansmaniyê amade ye
    Etîketan:
    projeyên enerjiyê, turk akimi, herka tirk, gazprom, santrala nûkleer ya akkuyu, Valdimîr Pûtîn, Kirill Komarov, Sergey Obuhov, rûsya, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de