20:19 17 Tebax 2017
Zindî
    Şaxa ÎHDê ya Amedê

    ÎHD: Di nava saleke de hezar û 552 kes hatin kuştin

    © Foto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di derbarê bilançoya şerê sala dawî yê li bajrên Kurdan û binpêkirina mafên mirovan de raporek bi raya giştî re parve kir.

    Navenda Nûçeyan — Şaxa ÎHDê ya Amedê li avahiya xwe bi civîneke çapemeniyê rapora xwe parve kir û di rapora xwe de diyar kir ku ji 24ê Tîrmeha 2015a heta 24ê Tîrmeha 2016a tevlê leşker, polîs, cerdevan, milîtanên rêxistinê û welatiyên sivîl bi giştî hezar û 552 kes di şerê li bajarên Kurdan de hatin kuştin û hezar û 683 kes jî birîndar bûn.

    Serokê şaxa komeleyê ya Amedê Racî Bîlîcî dest nîşan kir ku piştî di Tîrmeha 2015a de şer destpêkir şûnde, binpêkirina mafên mirovan jî dest pê kir û got "di navbera 24ê Tîrmeha 2015a û 24ê Tîrmeha 2016a de li gorî daneyên ku me tespîtkirine tevlê leşker, polîs, cerdevan, milîtanên rêxistinên û welatiyên sivîl bi tevahî hezar û 552 kes di şer hat kuştin û hezar û 683 kes jî birîndar bûn. Piştî ragihandina Rewşa Awarteyê şûnde binpêkirina mafan ên wekî infaza bêdaraz, miameleyên xerab, desteserkirinên neheq, zextên li ser azadiya çapemeniyê zêde bûne."

    Bilançoya li gorî raporê ji bo rayagiştî û bi awayekî hûrgilî ji aliyê Nûnerê ÎHDê yê Herêmê Abdulselam Înce ve hat daxuyandin.

    Bi heman mijarî:

    ÎHD derbarê bîlançoya qedexeya derketina derve raportek weşand
    ÎHD û TÎHV : Bila dewlet li hember mafên mirovan baldar be!
    ÎHD û SES: ‘Bila hikûmeta AKPê îstîfa bike'
    ÎHD: 'Di şer û pevçûnan de 198 sivîl hatine kuştin'
    ÎHD: Di 2015an de 37 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
    Etîketan:
    hatin kuştin, hezar, rapor, birîndar, daxuyanî, Nûnerê ÎHDê yê Herêmê, Serokê Şaxa ÎHDê ya Amedê, Abdulselam Înce, Racî Bilîcî, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de