11:08 17 Tebax 2017
Zindî
    Deraya

    Militanên ku li Derayê çek bernedan derbasî Idlibê bûn

    © Sputnik/ Nour Melhem
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1010

    Serokê Beşa Enformasyona Sûriyê Samir Suleyman diyar kir ku muxalifên li Derayê qebûl nekirin çekan berdin derbasî Idlibê bûn.

    Navenda Nûçeyan — Dera di rojên derbasbûyî de ketibû bin kontrola artêşa Sûriyê û gelek milîtanan çek berdabûn û bi artêşa Sûriyê re peymana agirbestê îmze kiribûn.

    Suleyman derbarê rewşa li Derayê zanyarî bi Sputnikê re par ve kir û got 1106 milîtanên ku qebûl nekirine çekan berdin derbasî Idlibê bûn û li wir beşdarî rêxistinên çekdar bûn. Li gorî zanyariyên Suleyman herwiha 298 milîtanan jî çek berdan û ji bo di dema derbasbûna beşdariya jiyana asayî de bi wan re bibin alîkar serî le saziyên fermî dan.

    ‘DI NAVA MILÎTANÊN KU ÇÛNE IDLIBÊ DE YÊN BIYANÎ JÎ HENE'

    Di vê navberê de hate diyarkirin ku di nava milîtanên derbasî Idlibê bûne de yên biyanî jî hene.

    Çavkaniyek ji Rêxistina Xaçasor a Navdewletî ji Sputnikê re axivî û got: "Milîtanên biyanî jî çûn Idlibê. Milîtana xwestibûn ku li otobusên wan neyê gerîn û di ser Humsê re wan bibin Idlibê."

    Bi heman mijarî:

    Ji sala 2012an ve cara yekemîn e ku pakêtên alîkariyê digihîjin Derayê
    ‘Li Derayê hezar militan çek berdan'
    Li Derayê ji hezarî zêdetir mixalif çek danîn
    Bi moşekan êrişî Derayê kirin: '11 kuştî û 40 birîndar'
    Etîketan:
    çekberdan, milîtanên biyanî, agirbest, Beşa Enformasyona Sûriyê, Rêxistina Xaçasor a Navdewletî, Sputnik, Samir Suleyman, Deraya, Hums, Idlib, Şam
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de