02:11 21 Tebax 2017
Zindî
    Çekên kîmyewî

    Lîbya çekên xwe yên dawî yên kimyewî şand Almanyayê

    © AP Photo/ Alfonso Perez
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1911

    Hikumeta Yekitiya Neteweyî ya Lîbyayê ragihand ku wan, çekên dawîn yên kimyewî yên di destê xwe de jî şandine Almanyayê.

    Navenda nûçeyan - Alîkarê Serokwezîr Mûsa el Konî, diyar kir ku wan di bin kontrola çavdêriya nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) de bi qasî 500 ton çekên kimyewî ji ser bendergeha Misratayê şandine Almanyayê.
    Rayedarekî ji Wezareta Parastinê ya Lîbyayê jî eşkere kir ku çekên kimyewî yên di destên wan de şandine bajarê Munsterê da ku bêne tunekirin.

    Hikumeta bihurbar ya ku Fayez El Saraj serokwezîriya wê dike, endîşe dikir ku çekên kimyewî yên ku ji dema Muammer Qeddafî mane, têkevin destê terorîstên DAIŞê. Lewma jî ji bo tunekirina çekên kimyewî ji NYyê alîkarî xwestibû.
     

    Bi heman mijarî:

    Obama armanca operasyona nû ya Lîbyayê eşkere kir
    NYê ji bo êrîşa li Lîbyayê piştgirî da Amerîkayê
    Obamayî li Lîbyayê destûra operasyonên hewayî li dijî DAIŞê da
    Fransa li xwe mikur hat ku leşekerên wan li Lîbyayê hene
    Li Lîbyayê li dij DAIŞê operasyon hate kirin: 36 kuştî
    Brîtanya keştiyek şer dişîne peravê Lîbyayê
    Etîketan:
    tunekirina çekên kimyewî, ny, çekên kimyewî, daiş, metirsî, alîkarî, Fayez El Saraj, mûsa el konî, lîbya, almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de