11:06 20 Tebax 2017
Zindî
    Hevserokê PYDê Salih Muslim

    Muslim: Di mijara Kurdan de Tirkiye, Îran û Sûriye hemû pirsgirêkên xwe didin aliyekî

    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13220

    Hevserokê PYDê Salih Muslim operasyona Cerbalûsê wek ‘midaxeleyke qirêj' bi nav kir û got ger qet piştgiriyê negire jî Kurdên Sûriyeyê wê xwe biparêzin.

    Navenda Nûçeyan — Muslim ji bo rojnameya Şerq el Evsat axivî û got "em li gorî Amerîkayê, rejîma Sûriyeyê, Rûsan an jî hikumeteke din tev nagerin. Me çawa DAIŞ têk bir em ê yên din jî wisa têk bibin."

    Hevserokê PYDê dest nîşan kir ku gava ku mijar dibe Kurd Tirkiye, Sûriye û Îran hemû pirsgirêkên xwe didin aliyekî û got li Rojhilata Navîn hêzên ku hebûna Kurdan naxwazin di vê mijarê de hevkariyê dikin.

    Salih Muslim anî ziman ku hêzên PYDê li dijî DAIŞê çawa tevgeriyane wê li hemberî hemû hewldanên dagirker jî wisa tev bigerin û got hevkariya me ya leşkerî ya bi Amerîkayê di qada siyasî ne derbasdar e.

    Bi heman mijarî:

    Salih Muslim: Polîtikaya maceraperest, wê bibe bela serê Tirkiyeyê
    Salih Muslim: Tirkiye wê mîna DAIŞê li Sûriyê têk biçe
    Salih Muslim: Di reva DAIŞê ya Minbicê de rola DYAyê nîne
    Salih Muslim piştgiriya xwe ji bo PDK-Îyê ragihand
    Salih Muslim: Tirkiye ji bo dijberiya kurdan wê biçe ber linge Esad
    Etîketan:
    Hevserokê PYDê, rojnameya El Şerq El Ewset, DAIŞ, Salih Muslim, Sûriye, Tirkiye, Amerîka, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de