02:14 18 Tebax 2017
Zindî
    Operasyona Leşkerî ya Minbicê

    Gundê Um Hoşê ji terorîstan hate rizgarkirine

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 53 0 0

    Hate ragihandin ku şervanên Ceyş El-Siwar piştî şerekî dijwar gundê Um Hoşê ya li herêmên Şehbayê ji terorîstan rizgar kirine.

    Şehba — Hate diyarkirin ku terorîstên DAIŞê şeva din ji gundên Um Hoş û Herbil êrîş birin ser nuqteyên şervanên Ceyş El-Siwar ku dikevin derdora bajaroka Ihrisê ya ser herêmên Şehbayê. Şervanên Ceyş El-Siwar bi piştgiriya Meclîsa Leşkerî ya Babê û Lîwa El-Şemal El-Dîmoqratî bersivdane êrişa DAIŞê û di encamê şer de gundê Um Hoş ji terorîstan hate rizgarkirin.

    Hate eşkerekirin ku şer li derdora gund hêj jî dewam dike.

    Li gorî agahiyan terorîstên DAIŞê li vî gundê 3 welatiyên sivîl kuştine û 7 kes jî birîndar kirin. Herwiha kesên birîndar ku jin û zarok jî di nav dene ji bo dermankirinê rakirin Nexwexaneya Avrîn a bajarê Efrînê.

    Bi heman mijarî:

    Li Kantona Efrînê "Kampa Şehba" hate vekirin
    ‘Zêdetirî 1000 kesî ji DAIŞê reviyan Şehba û Efrînê'
    DAIŞ, ASA û Nusra êrîşî HSDê dikin
    Amerîka: Tirkiye operasyonan li cihên DAIŞ ne lê ye pêk tîne
    Erdogan: Heta ku tehdîtbûna DAIŞ, PKK/YPGê biqede, operasyon wê dewam bikin
    Etîketan:
    nexweşxane, birîndar, kuştî, sivîl, pevçûn, şer, rizgarkirin, gund, DAIŞ, Sûriya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de