22:37 23 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Tîrkîye û YPG

    Meclîsa Leşkerî ya Cerablus: Agirbest demkî ye lê em dagirkeriya Tirkiyeyê napejirînin

    © AP Photo/ Lefteris Pitarakis
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18910

    Di navbera Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê û artêşa tirk de agirbest hate îlankirin.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji Sputnikê re diyar kir ku di navbera Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê û artêşa tirk de agirbest hate îlankirin.

    Li gorî nûçeya Ajansa nûçeyan a frensî AFP berdevkê Fermandariya Navendî ya DYAyê John Thomas got: "Di çend saetên dawî de misogerî stand ku hemû alî li hemberî hev agirbestê îlan bikin û li ser tehdîda DAIŞê hûr bibin." Rayedarê leşkerî herwiha diyar kir ku "Ev agirbesteke demkiye û em hêvî dikin ku di nava çend rojên pêşiya me de zelaltir bibe."

    Thomas aşkere kir ku Tirkiye ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG jî di nav de ye, ji bo pêşî li pevçûnan bigirin bi rayedarên DYAyê re û di nava xwe de rêyên danûstandinê vekirin. Thomas ev peyman weke gaveke ‘cesaret dayinê' nirxand.

    MECLISA LEŞKERÎ YA CERABLUSÊ: AGIRBEST DEMKÎ YE

    Ji aliyê din ve, li gorî daxuyaniya fermî ya Meclisa Leşkerî ya Cerablusê,ev agirbest agirbesteke demkî ye û bi serperiştiya hêzên hevpeymanê û bi pêşengiya Amerîkayê hatiye kirin.
    Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em radigihînin ku bi navbeynkariya hêzên hevpeymanê, agirbesteke demkî hatiye ragihandin û ev agirbest di navbera li qeraxa çemê Sacûrê di navbera hêzên me û hêzên digirkeriya Tirkiyeyê de ji duh nîvê şevê de dest pê dike. Hewldan hene ku ev agirbesta demkî bibe agirbesteke mayinde.
    "Herwiha em diyar dikin ku pejirandina agirbestê nayê wê wateyê ku me bi ti awayî dagirkirina Tirkiyeyê ji Cerablusê re pejirandiye."

    ‘ÇAVKANIYÊN TIRK: AGIRBEST TINE NE'

    Ajansa Reutersê ku zanyariyên xwe sipartin çavkaniyên leşkerî ya Tirkiyayê û çavkaniyan ragihandiye ku bi YPGê re agirbest nehatiye îlankirin. Fermandarek ku di nav komên Tirkiyayê piştgiriya wan dike û li hemberî hêzên kurdan şer dike destnîşan kiriye ku nûçeyê derbarê agirbestê de nerastin û car car operasyonên wan jî dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Muxalîfê Sûriyayê ku beşdarî operasyona Cerablusê bû: Hemû kes li pey berjewendiyê xwe ne
    ‘Operasyona Cerablusê ya Tirkiyê pozisyona Rûsyayê lawaz nake'
    Piştî operasyonê DAIŞî bi cilên sivîl xwe li gundê Cerablusê vedişêrin
    Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê vekişiya başûrê Çemê Sacûr
    Artêşa tirk îdia dike ku li Cerablusê 25 şervanên YPGê hatin kuştin
    Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê: Balafirên tirk bombebaran dikin, sivîl hatin kuştin
    Etîketan:
    agirbest, Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê, HSD, Sputnik, AFP, YPG, DYA, John Thomas, Şervan Derwêş, Cerablus, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de