02:10 18 Tebax 2017
Zindî
    Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Dûran Kalkan

    PKK: Heke ku rêvebiriya Rojava bixwaze wê HPG mudaxele bike

    © Foto: ANF
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 26420

    Endamê Komîteya Rêvebiriya PKKê Duran Kalkan derbarê ketina artêşa tirk a xaka Sûriyê û Rojava de got ku êdî sînor ji holê rabûne. Kalkan herwiha diyar kir ku heke rêvebiriya Rojava bixwaze wê mafê mudaxeleya HPGê û YJA Starê jî çêbibe.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ANFê Rêveberê PKKê Dûran Kalkan di televizyona MED Nûçeyê de derbarê operasyona Mertalê Feratê û encamên wê de nirxandin kir. Kalkan ketina artêşa tirk a nava xaka Sûriyê û Rojava weke tevgera dagirkirinê dinirxîne û dibêje ku radestkirina Cerablusê ji hêla DAIŞê weke lîstok binav dike. Dûran Kalkan got ku şerê li Sûriyê heta niha weke şerê navxweyî dihate nirxandin lê ji 24ê Tebaxa 2016ê û vir ve êdî bûye şerê devrve.

    'SÎNORÊN SÛRIYÊ HATINE BINPÊKIRIN'

    Nirxandina Kalkan wiha ye: "Sînorên Sûriyê hatine binpêkirin û derbaskirin. Beşek ji xaka Sûriyê ji hêla Hêzên Çekdar ên tirk ve hatiye dagirkirin. Hêzeke ji derve bi awayekî fermî û pratîkî ketiye nava xaka Sûriyê û ew der dagir kiriye. Tayyip Erdogan aşkere got: ‘Bûyerên di nava Sûriyê de êdî ne bûyerên derve lê yên hundir in. Em wir weke Tirkiye dibinin." Dûran Kalkan bi vê ve girêdayî dibêje ku êdî herkes dikare bikeve nava xaka Sûriyê.

    'GEF LI ROJAVA TÊ XWARIN'

    Rêvebirê PKKê Dûran Kalkan dibêje ku divê herkes li hemberî ketina artêşa tirk derkeve û wiha berdewam dike: "Gef li gelê Rojava tê xwarin. Tê gotin ku ‘em ê ber bi vir û wir ve pêş biçin, em ê dagirkirinê mizintir bikin'. Divê artêşa tirk jî dewleta wê jî hişê xwe bidin sere xwe. Heke ku tiştekî wisa bibe, heke ku azadî û hebûna gelê li Rojava bikeve xeterê, heke ku rêvebiriya demokratîk a Rojava, rêvebiriya xweser daxwaz bike, hemû kurd wê biherikin Rojava. Ji Bakur, Başûr, ji Rojhilat tevahiya siyaseta kurd wê biherike Rojava. Wê demê mafê mudaxelekirina HPGê û YJA Starê jî çêdibe. Bila ti kes nebêje wê siyaseta kurd, gele kurd, gerilayê kurd li ser bangewaziya rêvebiriya Rojava bêdeng bimînin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Spiegel: Tirkiye bi êrişkirina YPGê, rê li ber DAIŞê vekir
    MSDê operasyona Cerablûsê şermezar kir û bang li hêzên navnetewî kir
    TEV-DEMê operasyona Cerablûsê protesto kir
    Fransa bertek nîşanî operasyonên Tirkiyê yên li hemberî YPGê da
    DAIŞ, ASA û Nusra êrîşî HSDê dikin
    Etîketan:
    YJA STAR, HPG, Artêşa tirk, Televîzyona Med Nûçe, ANF, PKK, Recep Tayyip Erdogan, Dûran Kalkan, Cerablus, Rojava, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de