12:25 19 Tebax 2017
Zindî
    Tankên artêşa tirk ên di operasyona Cerablusê de

    Spiegel: Tirkiye bi êrişkirina YPGê, rê li ber DAIŞê vekir

    © AFP 2017/ Bülent Kılıç
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Rojnameya alman Der Spigel, derbarê operasyona Cerablûsê ya ku ji aliyê artêşa tirk ve tê kirin nûçeyek belav kir ku tê de tê gotin ku Tirkiye bi operasyona Cerablûsê kir ku DAIŞ behna xwe bide.

    Navenda nûçeyan - Der Spigel di nûçeya xwe ya bi serenava ‘Tirkiye kir ku DAIŞ behna xwe bide' de hate gotin ku Tirkiye operasyonê bi piştevaniya Amerîkayê dike û ev operasyon rê li ber şervanên YPGê yên ku wê di rizgarkirina Raqayê de roleke mezin bilîzin bigre.
    Di nûçeyê de hate gotin ku artêşa tirk li şûna DAIŞê êrişî ser YPGê û HSDê dike. Lewra Tirkiye heta niha di mijara têkoşîna li dijî DAIŞê ti tişt nekiriye û beravajî piştevaniya wan kiriye. Di nûçeyê de tê gotin ku kengî Tirkiye dît ku hêzên kurd Minbicê rizgar kirin û berê xwe dan Cerablûsê wê çaxê biryar da ku operasyonekê lidar bixe.

    DÎMENÊN ÎŞKENCEYÊ YÊN LEŞKERÊN TIRK

    Di nûçeyê de  dîmenên îşkenceyên leşkerên tirk yên li ser şervanên kurd hate bibîrxistin û hate amajekirin ku hedefa operasyona Cerablûsê YPG û HSD bûn. Di encama êrişa Tirkiyeyê ya li ser şervanên YPG û HSDê, DAIŞê ji xwe re behna xwe da.

    ‘DAIŞ BI REHETÎ DIKE LI HÊVIYA ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ BIMÎN E, LEWRA WÊ TI CARAN PÊK NEYÊN'

    Di dawiya nûçeyê de tê diyarkirin ku Tayîp Erdogan bi polîtîkayên xwe yên çend salên dawî de nîşan dide ku ew meyildarê jiyaneke bi DAIŞa lawaz re ye.  
    Her wiha hate destnîşankirin êrişên Tirkiyeyê yên li dijî YPG û HSDê, ji bo DAIŞê firsend e û ew bi saya vê yekê ji xwe re behna xwe dide. Lewra YPG û HSD armanc dikin ku Raqayê ji DAIŞê rizgar bikin, lê ev yek ne xema Tirkiyeyê ye.


    Bi heman mijarî:

    TEV-DEMê operasyona Cerablûsê protesto kir
    Ji Hûlûsî Akar daxuyaniya Cerablûsê
    Artêşa Azad: Em piştgiriya Meclisa Leşkerî ya Cerablûsê dikin
    Li Cerablûsê şer: Leşkerek tirk hate kuştin 2 jî birîndar bûn
    ‘Operasyona Cerablûsê, wê pêşveçûna şer biguherîne'
    'Pûtîn operasyona Cerablûsê nepejirand'
    Etîketan:
    operasyona cerablûsê, der spiegel, reqa, qsd, şervanên kurd, hevkarî, êriş, DAIŞ, rojava, sûriye, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de