10:34 19 Tebax 2017
Zindî
    meclisa sûriyeya medokratîk-msd-

    MSDê operasyona Cerablûsê şermezar kir û bang li hêzên navnetewî kir

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Desteya Serokatiyê ya Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) li ser destwerdana Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê daxuyaniyeke şermezarkirinê belav kir û di daxuyaniyê de bang li Hêzên Navnetewî, Netewên Yekbûyî û dewletên NATOyê kir.

    Navenda Nûçeyan — Desteya Serokatî ya MSDê di daxuyaniya xwe de destwerdana Tirkiyeyê ya ji bo Rojava û Sûriyeyê û pêkanîna ‘komujiyên' li ser sivîlan şermezar kir. Desteyê bang li Hêzên Navnetewî, Netewên Yekbûyî û dewletên NATOyê kir û pirsî "di yasayên mafên mirovan û mafên dewlet ên derdorê de desbarkirina sînor û kuştina sivîlan rewa ye?"

    MSDê li gel vê yekê di daxuyaniya xwe de got "em ji Rêxistinên Mafên Mirovan û Meclisa Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî dixwazin ku acîl destwerdan bikin, tewanbariya van gurûpên terorîst ên girêdayî Tirkiyê belge bikin û rakin dadgehan." Desteya MSDê herwiha bang li Hêzên Hevpeymana Navnetewî jî kir û got "em ji Hêzên Koalisyona Navnetewî û Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî dixwazin ku zextê li ser Tirkiyê bikin û destwerdana dagirkeriya wan bikin."

    Meclîsê di daxuyaniya xwe de balkişand ser derbaskirina leşker, tang û wesayitên zirxî yên Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê û got "Li hinek herêman dîwar avakirin, li hinek herêman mayîn rakirin û sivîl û gundên ser sînor hedefgirtin."

    Di daxuyaniyê hat dest nîşan kirin ku mafê Tirkiyeyê tune ye ku fermanê bide hêzên wan û got "mafê hêzên me heye ku parastina xwe bikin."

    Artêşa Trikiyeyê di 23ê Tebaxê de bi hevkariya Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) re dest bi operasyona Cerablûsê kiribû û bajarê Cerablûsê bides xistibû. Piştî girtina Cerablûsê artêşa Tirkiyeyê û ASAyê berê dabûn El Bab û Mareyê û li wê herêmê jî di navebera şervanên Kurd û artêşa Tirk û milîtanên ASAyê de şer qewimîbû.

    Bi heman mijarî:

    TEV-DEMê operasyona Cerablûsê protesto kir
    ‘Operasyona Cerablûsê, wê pêşveçûna şer biguherîne'
    'Pûtîn operasyona Cerablûsê nepejirand'
    KNKê derbarê operasyona Cerablûsê de daxuyanî da
    CHP bertek da operasyona Cerablûsê
    Etîketan:
    şermezar kirin, bang, daxuyanî, Serokatiya Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk, Artêşa Sûriyeyê ya Azad, Hevpeymana Navdewletî, Artêşa tirk, NY, El Bab, Mare, Cerablûs, Sûriye, Tirkiye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de