22:36 23 Tebax 2017
Zindî
    Alaya TEV-DEM û YPGê

    TEV-DEMê operasyona Cerablûsê protesto kir

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Li bajarê Girkê Legê operasyona Cerablûsê ya ku ji aliyê dewleta tirk ve hate meşandin, hate protestokirin.

    Girkê Legê -  TEV-DEMê bi dirûşmeya ‘Ji dagirkirina Tirkiye ya Rojava re na' li Girkê Legê çalakiya protestoyê lidar xist. Di çalakiyê de ji Girkê Legê, Rimêlan, Çil Axa, Til Koçer û gundê Aliyê bi hezaran kes beşdar bûn.
    Avakerê sîstema Federaliya Demokratîk ya Sûriyeya Bakur Akîf Şerîf di axaftina xwe ya di dema çalakiyê de operasyona dewleta tirk ya li Cerablûsê şermezar kir.
    Endama Kongreya Star Şehnaz Ebdo jî axivî û got: ‘Şoreşa me şoreşa mirovahiyê ye. Hemû komplo û planên reş wê li hember serkeftina Hêzên Sûriyeya Demokrat têk biçin.'

    Bi heman mijarî:

    TEV-DEM gelê Şehbayê li hember komkujiyan hişyar kir
    TEV-DEM: 'Divê civaka navneteweyî ji Tirkiyayê hesab bipirse'
    TEV-DEM: ‘Erdogan cardin li Cizîrê komkujiyê pêk tîne'
    TEV-DEM: Dewleta tirk li dijî gelê kurd şer dimeşîne
    Etîketan:
    artêşa tirk, qsd, hsd, daiş, girkê legê, tev dem, akîf şerîf, şehnaz ebdo, tevdem, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de